Amadekarî ji ragihandina Meclîsa Sivîl a Reqayê re tê kirin

Amadekariyên ji bo ragihandina Meclîsa Sivîl a Reqayê dewam dikin. Komîteya bi armanca amadekariya vê yekê hatiye avakirin, bi rewşenbîran, rûspiyan, serokên êlan û pêkhateyên bajêr re civînan lidar dixe.

Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, tevî bi dehan gund û gundikên li dora Reqayê, bi hezaran sivîlên ji Reqayê jî ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku bi rengekî serketî pêngava xwe didomînin, ji aliyekî din ve jî şêniyên Reqayê li herêmên ewle bi cih dikin.

Piraniya gelê sivîl ê Reqayê, li kampa Eyn Îsa hatine bicihkirin û xwe li vê derê birêxistin dikin.

Bi pêşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, gelê Reqayê yê li herêmên ewle Komîteya Amadekar a ji bo Meclîsa Sivîl a Reqayê ava kirin.

Komîteya navborî ev demeke li nava rewşenbîr, rûspî û serokên êlên Reqayê digere, civînan lidar dixe, serdanan dike û bi hemû pêkhateyan dişêwire.

Endamê Komîteya Amadekar Omer Elûş li ser kar û barên vê komîteyê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew ê di demeke nêz de Meclîsa Sivîl a Reqayê ragihînin û bi rizgarbûna bajêr re wê ev meclîs bajêr bi rê ve bibe.

Elûş anî ziman, di nava komîteya amadekar de her wiha gelek komîteyên jêrîn hene û yek ji van jî bi koçberan re mijûl dibe û hewl dide bersivê bide pêwîstiyên wan.

Elûş bibîr xist, gelê Reqayê xwedî çandeke eşîrî ye, lewma li hev xwedî derdikevin û got, "Gelê me bi koçberan re bû alîkar. Ji her alî ve destê alîkariyê dirêjî hev dike. Piraniya koçberan li gundan li cem xizmên xwe hatine bicihkirin."

Elûş işaret bi zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya xwe kir û bang li saziyên navdewletêı kir, ku ji bo ew karibin bersiveke baş bidin pêwîstiya koçberan, alîkariyê bi wan re bikin.