Altûn: Hevalbendên me hêzên demokratîk in

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn hewldana dagirkirina Efrînê nirxand û got bêyî ku pabendê çi hêzên bin li ser xeta xwe têdikoin û hevalbendên wan ên sereke hêzên demokratîk in.

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn got, gotinên, ‘’Rûsya Kurd firotin’’ an jî ‘DYA’yê Kurd firotin’ gotineke şaşe e ji ber ku çi têkilî û hevalbendiyeke  wiha ya Tevgera Azadiya Kurd ne bi Rûsya re û ne jî bi DYA’ê re nîn e. Altûn diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd xwedî xeta xwe ye û li gorî vê têdikoşe. Altûn got, ‘’Hevalbendên me yên sereke hêzên demokratîk in.’’

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, helwesta aktorên weke Rûsyayê û DYA’yê ji ANF’ê re nirxand û derbarê helwesta Tevgera Azadiyê de axivî.

Altûn got rêveberiya Sûriyê di rewşeke wiha de ye ku bi serê xwe nikare li ser piyan bimîne, ji bo vê jî bi Îran, Hîzbûllaha Îranê û Rûsan re pir têkilî hev bûye û bi taybetî Rûsya vê rejîma Sûriyê li ser piyan dihêle ji bo vê jî rejîma Sûriyê bi serê xwe nikare wiha tevbigere.

Altûn diyar kir ku hê jî tam ne zelal e bê ka nêzîkatiya Sûriyê ya li ser hevalbendiya Tirkiyê û Sûriyê çiye lê teqez e ku Rûsyayê ev bêyî Sûriyê nekiriye û got di vê rewşê de Rûsya bi roleke sereke rabûye, guman li ser hene bê ka rejîm çendî dilxwaz e yan na û her wiha li ser nêzîkatiya Îranê jî guman hene, bi rewşeke wiha şîlo  ne ku pêdivî bi nirxandinê dibînin.

Altûn bi berdwamî got li gel vê jî dikare were gotin Rûsya bi risteke sereke rabûye, Sûriyê bi fikar nêz bûye, bal kişandiye ser arîşeyên li ser vê rewşê lê li gel fikarên xwe jî li ser zexta Rûsya neçar maye ku bêdeng bimîne.

A TEQEZ HEGEMONYAYA RÛSYA YA LI SÛRIYÊ YE

Altûn bal kişande ser rola Rûsyayê ya li Sûriyê û got Rûsya li Sûriyê bi pozîsyoneke pir girîng e, Rûsya polîtîkayeke pir pragmatîk, li ser berjewendiyên rojane siyasetê dike û dibe xwedî hêz, dema ku siyasetê dike rikberiya herêmî jî berçav dike û dema ku vê siyasetê dike jî hewl dide ku siyaseta berdest a Sûriyê biparêze lê bi esasî dixwaze rejîmê biparêze ango dixwaze rejîma Esad, pergala netew-dewlet a Sûriyê biparêze, dixwaze vir ji xwe re bike navendek û bi vê jî baregehên xwe yên stratejîk biparêze û vir ji bo xwe weke navenda rêveberina siyaseta xwe ya li Rojhialta Navîn dibîne.

RÛSYA DIXWAZE KURDAN ENTEGREYÎ REJÎMÊ BIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn got  Rûsya heta ku ji dest tê dixwaze Kurdan, Tevgera Azadiya Kurd, tevahiya têkoşîna Kurdên wir entegreyî pergalê bike, dixwaze pêşkêşî pergalê bike û siyaseteke wiha dike lê ji ber nêzîkatiya bi rêgez a YPG’ê û ji ber helwesta azadîxwaz a zelal ti encam ji vê negirtiye lê piştî tasfiyebûna DAÎŞ’ê nakokiyên navnetewî zêdetir bûn ji ber ku Sûriye her ku diçû ber bi statûyeke siyasî ve diçû, Rûsya ketiye rewşeke nû û vê rewşê hewl daye ku Kurdan mehkûmî rewşên ranegir, giran bike, entegrekirina Kurdan a bi Sûriyê re kiriye siyaseteke rojane û vê jî kiriye ku bi Tirkiyê re têkiliyê deyne.

SÛRIYE DIKARE DABEŞ BIBE

Altûn bi domdarî got, ‘’Di vê serdemê de ji bo vê sedemê Efrîn bûye rojev. Lê ev polîtîkayeke pir taloke ye. Belkî li ber çav ji hêla konjonktrul ve ji hin aliyan ve dilkêşiyên xwe hebin. Bikaranîna Tirkiyê, li Sûriyê bihêzkirina wê ya bi rengekî hêzeke pêvek û li dijî Sûriyê û Îranê bi hêmaneke taktîkî bikaranîn wê, ji bo hegemonyayekê dibe ku pir dilkêş be lê dema ku mirov domdirêj binere tê maneya vekirina rê ji wê siyasetê re ku kaosa li Sûriyê girantir bibe û pê re Sûriye dabeş bibe.’’

RÛSYA BI TIRKIYÊ RE HEVALBENDIYÊ DIKE

Altûn bi domdarî li ser polîtîkaya Rûsya got: ‘’Rûsya  heke bi helwesteke erênî be ji bo ku Sûriyeke demokratîk ava bibe dikare bibe xwedî risteke girîng e. Dikare bibe xwedî derfeta ku berjewendiyên xwe di nav vê pevgihîna demokratîk de bibîne. Lê ku vê neke û berovajî vê bike wê demê dibe ku bibe arîşeyeke mezin. Dibe ku şerekî deh caran ji şerê berê yê Sûriyê mezintir derkeve holê. Ji bo vê jî niha Rûsya û Tirkiye hevalbendê hev in.’’

Altûn li ser rengê vê hevalbendiyê jî got Rûsya; 1- Ji bo Tirkiye endamê NATO’yê ye dixwaze van têkilî û nakokiyan bi kar bîne. 2- Ji bo ku li Sûriyê serwer bibe dixwaze Tirkiyê li dijî rejîma Sûriyê, Îranê û Hîzbûllahê weke hêzeke çalak bi kar bîne. 3- Dixwaze pergala unîter û netew-dewlet a Sûriyê bidomîne û bi vî rengî daxwazên azadiyê ya Kurdan û gelên dî sînordar bike û wiha Sûriyê di dest xwe de bigire, bi Tirkiyê re ketiye têkiliyeke wiha.

DYA SIYASETEKE ROJANE DIKE

Altûn li ser siyaseta DYA’yê jî got ti cihêtiya siyaseta DYA’yê jî zêde ji Rûsyayê nîn e, ne diyar e bê ka DYA dixwaze li Rojhilata Navîn çi bike bêhtir bi siyaseta rojane rastiya xwe diyar dike û ji hêla stratejîk ve polîtîkaya DYA’yê pir ne zelal e û got, ‘’Tenê li pêşberî bûyeran helwesta xwe nîşan dide û vê jî bi rengekî pir pragmatîst dike. Helwesta li Rojava jî ev e.’’

Altûn bi domdarî got, ‘’Li gel ku serkêşiya hevdîtinên Cinêvê DYA û bloka bi serkêşiya DYA’yê dike jî bi teqezî bang li hêza pêşeng a Kurdan YPG’ê nake. Baş e, çima bang li hêza siyasî nake ku di çareseriya arîşeya Sûriyê de ji hêla taktîk ve li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe û pê re bi têkiliyeke sereke ye. Ev bi xwe jî ji bo ku em meseleyê fêhm bikin bes e.’’

DYA DI NAV DA

Altûn li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê got, ‘’Biya min di destwerdana Efrînê de têkiliyek di navbeyna DYA’yê û Rûsyayê de heye. Ez nafikirim ku Rûsya bêyî DYA’yê, bêyî DYA’yê Tirkiyê ev kiribe. Bi taybetî dema ku mirov li helwesta navtêdanê ya DYA’yê ya di vê mijarê de binere mirov bi rehetî dikare vê bibêje. Çawa nav tê da? Hema bi carekê re, bêyî ku ji kesî bipirse, bêyî ku haya hêzên wir jî jê hebe, bangeke ku ne diyar e bê ka ji kû derketiye, avakirina artêşeke ji 30-40 hezar kesî pêkhatî, bangeke provake bû û nav tê dida. Ev ji kû derket, çawa derket, kê got ne diyar e û li vir derdor hatiye tehrîkkirin û di pey vê re paş ve kişiyaye. Hema piştî vê jî, dema ku operasyona Efrînê jî dest pê dike dibêje Efrîn li derveyî qada me ya operasyonê ye, em mudaleyî wir nakin û wiha Tirkiye vexwendiye wir. Ango nêzîkatiyeke pir bê exlaq e. ‘’

RÛSYA Û DYA DIKARIN ÇIYÊ KURDAN BIFIROŞIN

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn bi domdarî got: ‘Di serî de divê ev were fêhmkirin; çi tiştekî me yê ku Rûsya bifiroşe nîn e. Rast e, Rûya pir tiştan difiroşe. Çi tiştekî ku Rûsyayê nefirotî nemaye. Her tiştî dikare bifireoşe. Bi taybetî dema ku mirov bala xwe bidiyê li ser rexneyê di vê babetê de dibêje, ‘Ti deynê me li Kurdan nîn e. Rûsya wiha daxuyaniyê dide. Rast e, dema ku mirov ji erka siyasî ya berdest a Rûsyayê binere ti deynê wan li mirovahiyê nîn e, deynê sincî jixwe qet nîn e û ne mecbûrî ye jî.

Ji bo bûneweriya wê ya sereke firotin esas e. Lê ne pêkan e ku PKK’ê û YPG’ê bifiroşe. PKK û YPG’ê bi wê re ne di têkiliyeke wiha de ne. Ne di heman rêçê de û ne di heman xeta îdeolojîk a polîtîk de ne. Wê çiyê me bifiroşe. Xwe bi xwe difiroşe, gelê xwe difiroşe, exlaqê xwe difiroşe. Van difiroşe rast e. Lê nikare me bifiroşe. Ev nayê maneya ku em firtoine. Heta niha çi ji Kurdan re kiriye ku niha bifiroşe.’’

Altûn li ser Amerîkayê jî got, ‘’Li hêla dî ji bo Amerîkayê jî tê gotin. ‘’Amerîka Kurd firotin. Amerîka dikare çiyê Kurdan bikir. Amerîka tenê dikare Kurdên ku bi Amerîkayê re xwedî têkiliyên stratejîk in bifiroşe. Heke Kurdên wiha hebin ku siberoja xwe li ser Amerîkayê ava kiriye, dixwazin siberoja xwe bi Amerîkayê ava bikin mirov dikare peyva ‘firot’ bi kar bîne. Lê li Rojava rewşeke firtonê nikare were gotin.

Kî wê kê bifiroşe? Heke em ji hêla avaniya îdeolojîk, polîtîk, armancên stratejîk ên Amerîkayê ve bifikirin, dema ku em strtejî, armancên îdeolojîk ên  YPG’ê bifikirin, konsepteke ku bikaribin bi hev re siberojeke ava bikin nîn e.’’

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ XWEDÎ XETA XWE YE

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn herî dawî got: ‘’Ev têkoşîneke antîemperyalîst e. Ne pêkan e ku hêzeke dij-emperyal bibêje emperyalekî xiyanet lê kiriye. Di dîrokê de, bi taybetî bi Şerê Cîhanê yê Pêşî re tişta ku bi Kurdan kirine, kirine.  Her çi li Kurdan kiribin û heke ji vê re îxaneta li Kurdan tê gotin, ev îxanet niha jî bi zêdebûyî jixwe tê domandin, ev li ber çavan e. Tiştek neguherî ye. Têkoşîna azadiyê ji bo guherandina vê qederê ye.

Ji bo guherandina vê qederê têkoşîna azadiyê bi îdeolojiyeke nû, polîtîk, rêxistinî û modêla çareseriyê, bi paradîgmaya xwe, weke hêzekê îdeolojîk, polîtîk û leşkerî dertê pêş. Li vir xwedî xetekê ye. Çawa ku emperyalîzma navnetewî, dewletên hegemon ên li herême xwedî xetekê bin, li dijî vê helwesta paradîgmayî ya Kurdan jî xetek e. Û hevalbendên sereke yên vê xetê hêzên demokratîk in. Hêzên gel in. Hêzên dijî pergalê ne. Çêbûn an jî çênebûna îxanetê ji geşedanên van qadan dikare were gotin.’’