Altog: Em piştevaniya Nisêbînê mezin bikin
Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Altog, nerazîbûna xwe ya li beramberî hilweşîn û talana li Nisêbînê anî ziman, xwest ku demildest dewleta Tirk dawî li vê hilweşîn û talanê bîne.
Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Altog, nerazîbûna xwe ya li beramberî hilweşîn û talana li Nisêbînê anî ziman, xwest ku demildest dewleta Tirk dawî li vê hilweşîn û talanê bîne.
Hêzên dewletê, ku li Nisêbînê bi êrîşan ve bi mehan navçey hilweşandin, niha jî bînahiyên saxlem xira dikin, hildiweşînin û talan dikin. Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Perîhan Altog, nerazîbûna xwe ya li beramberî hilweşîn û talana li taxên Zeynelabîdîn, Kişla, Abdûlkadîrpaşa, firat, Dîcle û Yenîşehîr ên Nisêbînê anî ziman, diyar kir ku hêzên dewleta Tirk sûcên şer dikin, destnîşan kir ku wê hesabê vî sûcî bipirsin.
‘GELÊ NISÊBÎNÊ WÊ HESAB BIXWAZE’
Altog diyar kir ku êdî wehşet û neheqiya ku dewleta Tirk li Nisêbînê dike dilan dişoje, destnîşan kir ku êdî asta vê hovîtiyê ji bo wan gihiştiye qirikê.
Altog, anî ziman ku dewleta Tirk hovîtiyan li cenazeyên wan dike, destûra şînan jî nade, bi vê jî têr nabe, niha jî malan talan dike.
Altog der bir ku êdî ne mimkûn e gelê Nisêbînê vê wehşetê qebûl bike û wiha axivî; “Helbet, em ê vê qebûl nekin, helbet wê dewlet hesabê vê bide û wê gelê Nisêbînê van hovan efû neke.”
‘GEL MALÊN XWE DIXWAZE’
Altog, ragihand ku gelê Nisêbînê dixwaze vegerin malên xwe, lê hêzên dewletê bînahiyên saxlem jî hildiweşîne, îfade kir ku Nisêbînî naxwazin di ew bînahiyên TOKÎ’yê de ku dewleta Tirk plan dike çêbike, bimîne. Altog, bi lêv kir ku Gelê Nisêbînê, hîç nebe dixwaze li ser axa xwe wê di konan de bijî û wiha pê de çû; “Bila dest ji me berdin em li ser xaka xwe bijîn, malên me hilweşandin, hê hildiweşînin. Ji bo me kon jî be, jiyana li ser xaka xwe girîng e. Dewlet bila dawî li vê wehşetê, sûcê mirovahiyê bîne.”
‘VÊ HILWEŞÎNÊ RAWESTÎNIN’
Altog, di serî de gelê Kurdistanê, bang li tevahî raya giştî ya bihistyar kir ku ji bo rawestandina vê hilweşînê li ber xwe bidin û got; “Ev wehşet e, sûc e, guneh e. Li dijî van kiryarên ku bi serê me de tên, divê tevahî gelê Kurd têbikoşe, ji bo ji vê zilmê re bêjin raweste, divê her kes rabe ser piyan.”
Altog, bal kişand ku bi hilweşînê re li Nisêbînê pêdiviyên mirovî jî bûne mijarek cîdî û xwest ku piştevaniya Nisêbînê mezin bibe.