BI DÎMEN

Alimên olî: NA ji dîktatoriya fîrewn re

Alimên olî yên li Amedê dan xuyakirin, ku ji ber hilweşandina bajaran, şewitandina gundan û kuştina mirovan, ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de ji rejîma şexsekî re bêjin NA.

Aliman, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bang li Misilmanan kirin, ku dengê 'NA' bidin û wiha axivîn:

YÛSÛF ANDAN: Çima di rewşeke bi vî rengî de referandûmê dikin, wateya vê çi ye, dixwazin çi peyamê bidin Kurdan û divê Kurd çi bikin? Pirsên divê werin pirsîn ev in. Serokkomar ji Kurdan re dibêje 'di referandûmê de destekê bidin min, min bikin padîşah'. Ji ber ku dixwaze bibe Yavûz Sûltan Selîm. Piştî 500 salî dixwaze xwîna xwe teze bike, bibe xwedî hêzeke mezin. Ewr niha li ser Rojhilata Navîn digere. Bi vê wesîleyê wê gelek mirov azad bibin. Serokkomar baş bi vê dizane. Divê gelê me jî bi vê zanibe. Divê zanibe bê 'Erê' û 'Na' wê me bi ku ve bibe.

Serketina dengê 'NA' wê bibe wesîleya serketin û azadiya Kurdan. Eger Kurd îro nebêjin 'Na' wê 100 salî winda bike û êdî dereng bimîne. Bi hezaran salan her tim heqaret, zilm û zext li Kurdan hatiye kirin. Ji bo careke din heman tişt neyê kirin, em dibêjin 'Na'. Di sedsala 21. de bi hezaran Kurd bi kuştinên kiryar nediyar hatin kuştin û kiryar jî hatin parastin. Em ji vê re dibêjin 'Na'. 4 hezar gundên me hatin şewitandin, em ji ber vê yekê dibêjin 'NA'. 4 mîlyon mirovên me ji cih û warên xwe koç kirin. Hin jê berê xwe dan Afrîkayê, hinekan berê xwe dan Asya, Ewropa û Awûstralyayê. Gelekan ji me xizmên xwe winda kir, nizanin li ku ne. Ji ber vê yekê em dibêjin 'Na'. 60 hezar ciwanên me bi tank, top û çekên kîmyewî hatin kuştin -hemû jî xwendekarên zanîngehê bûn- em ji bo wan dibêjin 'NA'. Zêdeyî 100 şaredariyên me hatine dagirkirin, ji ber vê yekê em dibêjin 'NA'. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatine girtin, em ji bo wan dibêjin 'Na'. Vîna 6 mîlyon mirovî ji dest hat girtin, ev yek tê wateya vîna 40 mîlyon mirovî. Em ji ber vê yekê dibêjin 'Na'. Bi sed hezaran ciwanên me ji bo azadiyê rahiştin çekê. Ji ber ku em naxwazin ev ciwanên me şehîd bibin, em dibêjin 'Na'.

Ez ji vê derê bang li hemû cîhanê dikim: eger ev keştî binav bibe, em ê hemû binav bibin! Ev ne tenê meseleya Kurdan e; wê zerarê bide Ereb, Fars, Tirk, Rûm, Îngilîz û Rûsan jî. Ji ber vê yekê, destûrê nedin binavbûna keştiyê! Di çarçoveya başî û hezkirinê de em dikarin cîhaneke ku bi hev re lê bijîn, ava bikin.

'JI BO EM DENGÊ NA ZÊDE BIKIN, DIVÊ EM TÊBIKOŞIN

MEHMET ZORLÛ: Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, desthilatdariya AKP'ê ji niha ve ketiye nava lêgerînê û ji bo dengê 'Erê' zêde bike hewl dide pêşî li gelê Kurd bigire ku neçe ser sindoqan. Ez ji vê derê bang li gelê Kurd dikim; li dijî dengê 'Erê' divê ji bo zêdekirina dengê 'Na' têkoşînê xurt bikin. Ji ber ku, eger dengê 'Erê' zêde be, wê zilm zêde bibe. Ne tenê li ser me Kurdan, li ser hemû nîjadan zexteke giran heye.

YÊN DIBIN ALÎKAR JI ZALIMAN RE, PAR JI DENG Û RENGÊ ÎSLAMÊ NEGIRTINE

Xwedê Teala di Quranê de dibêje 'Eger hûn meyla dilê xwe ber bi zilma zaliman ve bibin, hingî hûnê bibin êm ji êgir re'. Erdogan gurekî ku eyarê berxê li xwe kiriye û ola Îslamê bi kar tîne. Bila kes bi derewan nexape! Resûlê Xwedê dibêje, 'Yên dibin alîkar ji zaliman re, para xwe jı deng û rengê Îslamê negirine'. Wekî din di ayeta 3. a Sûreya Zumer de tê gotin, 'Ola min pak û paqij e. Di ola min de zilm, dizî, fûhûş û sixêf nîne; edalet, wekhevî û hiqûq heye'. Ji ber vê yekê lazim e hemû Misilman û oldar bêjin 'NA'.

NA JI VÊ DÎKTATORIYA KU 15 SAL IN DEWAM DIKE

ABDULLAH ARKAN: Ji sala 2002'an û vir ve di bin navê ola Îslamê de rûmeta gelê Kurd tê talankirin. Bang li Misilmanên li Kurdistanê û Tirkiyeyê dikim, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ji vê dîktatoriyê re bêjin Na.

Di nava sal û nîvekê de 9 bajarên me hatin hilweşandin, kevir li serk evir nema, serî li ser mil nehiştin. Eger di vê referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, heman aqûbet wê bê serê bajarên me yên din. Pêwîste gelê me vê bibîne û bêje 'Na'.

Ev zîhniyet, ji tirsa ku wê desthilatdarî ji dest biçe, mîna fîrewnan zarok, jin, mêr, extiyar, ciwanan dikuje. Ji bo ev zîhniyet welêt nexe nava karesatekê, divê Misilman hemû bêjin 'Na'.