Alimê Dîn Aso Qadir: Hewlêr kirin qefesê, destekê dide dijmin

Alimê Dîn Mele Aso Qadir komkujiyên dewleta Tirk ên li ser sivîlên herêmê şermezar kir û got, ''Êrîşên li ser gelê Kurd di mirovahiyê de û Misilmaniyê de cihê wê nîne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî destek dide dijmin.''

Ji 26'ê Hezîranê û vir ve dewleta Tirk da dagirker û mêtinger êrîşên hewayî yên li ser Kurdistanê zêdetir kirin. Di êrîşan de nexasim jîgehên sivîl kirin hedef, komkujiyan dike û zorê dike ku gel koç bike.

Bêdengiya hikûmeta herêmê ya li dijî van êrîşan didome, helwesta gelê Qendîlê ya li dijî rayedarên dewletê û dewleta dagirkera Tirk zêde dibe.

Alimê dîn ê ji Gundê Enze Mele Aso Qadir got, ''Hêzên ku dijminatiyê li Kurdan dikin, bi top û balafirên şer gelê sivîl bombe dikin. Ev tevger cihê xwe di nav Mislmaniyê de nîne.''

Mele Qadir bal kişande ser giringiya yekîtiya navxwe ya Kurd û got, ''Di rewşeke wiha de ku divê mirov û netew bi hev re bijîn, niha desthialt zilmê û zordariyê li ser gelan dikin, welatan dagir dikin. Cihê vê di tî dînî de nîn e û ev nayê qebûlkirin. Xwedê zilma li ser mirovan heram kiriye. Divê ti evd zilmê li ser hev ferz nebînin û di Misilmantiyê de xwînrijandina heram e.''

Qadir got divê hêzên dagirker destwerdanê li netew û dînan nekin û got, ''Ji ber ku Xwedê zilmê heram dibîne, divê bi aştî mirov bijî. Ez Kurd im bi Kurdî dijîm, tu  Tirkî bi Tirkî dijî. Her kes azad e ku bi çanda xwe bijî.  Ji ber vê jî Misilman li dijî êrîşên bi bi tang û topan, bi balafirên şer divê bêdeng nemînin.''

'ERDOGAN LI DIJÎ KURDÎ ÇAVNEBARIYÊ DIKE'

Qadir li dijî komkujiya dewleta Tirk a li ser Kurdan helwesteke tund da, têkilî komkuijya li Kortekê ya Hezîranê got, ''Tekane sedema vê ew e ku ev mirov bi Kurdî diaxivin. Dijminatiya li Kurdan e. Erdogan û alîgirên wî dijminatiyê li Kurdan dikin. Divê Kurdên çar parçeyan bêdeng nemînin, rabin ser piyan û xaka xwe biparêzin. Rojek wê were ên ku zilmê li mirovan dikin wê werin cezakirin ji hêla Xwedê ve. Ên ku zilmê li mirovan dikin teqez wê werin cezakirin. Ên li dijî Kurdan, Kurdî teqez wê di ezabê qehrê de bişewitin.''

'HIKÛMETA BAŞÛR DESTEKÊ DIDE DIJMIN'

Qadir bêdengiya Hikûmeta Başûr şermezar kir, got Hewlêr ji bo berjewendiyên xwe bêdeng e. Qadir got, ''Çar hêlên Kurdistanê mîna qefesê ye. Her dever bi dijmin tije bûye. Nexasim Kurdistana Iraqê bûye mîna qefesê. Em dikarin mînaka Kerkûkê bidin. Ji bo ku gelê me ne yek e, dewleta Tirk dagir kir. Em Kurd divê em bibin yek. Divê em li dijî vê dagirkerî û komkujiyan bin. Heke li nav hikûmetê jî destek çêbibe em ê bi ser bikevin. Lê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê destekê dide dijmin.''

'DIVÊ HESAB WERE PIRSÎN

Qadir herî dawî got milliyetgiriya îdeolojîk weke dînekî nikare were qebûlkirin, got divê Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez bibin yek, li dijî zilm û komkujiya li ser Kurdan helwesta xwe nîşan bidin û ji yên ku xwîna Kurdan dimijin hesab wer prisîn.