Alîkariya HDP’ê ya ji bo erdhejzedeyan tê astengkirin

Kamyonên alîkariyê yên şaredariyên HDP’ê yên ji bo hevgirtina erdhejzedeyên Elbakê hatin astengkirin. Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç got ku “Bi çavê dijminatiyê li Kurdan dinihêrin.”

Ji ber erdheja pileya wê 5,9 a li navenda bajarê Xoy a Îranê rû da, li 4 gundên navçeya Elbak a Wanê zirarek mezin rû da. Alîkariyên ji bo 4 gundên Elbakê hatin şandin ji aliyê leşker û polîsan ve hatin rawestandin.

Şandeyeke ji rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê, li Qereqol Leşkerî ya Albayrakê hat rawestandin. Leşker û polîs, destûrê nadin ku 4 qemyonên zexîrê, paçê zarokan û branda tê de hene, derbas bibin.

Şandeya ji 150 kesan pêk tê, li ser rawestandina qemyonan, ew jî li ber qereqolê radiwestin. Polîs û leşkeran, dan zanîn ku wê alîkarî bi destê AFAD’ê bê belav kirin û wê malzemeyên heyî teslîmî koordînasyonê bikin, wê destûrê nedin ku alîkarî derbasî gundan bibe. Şande jî, bi israr e ku alîkariyê bi destên xwe bigihînin gundan.