Alîkariya Bekîr Kaya ya ji bo xizanan weke sûc hate nîşandan

Der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya de, ku 8 meh in dîl hatiye girtin, gilîname hate amadekirin.

Merasîmên cenazeyan ên Bekîr Kaya jî lê amade bûn û bexşa ji bo Komeleya Têkoşîna li dijî Xizaniyê kiriye, weke sûc hatin nîşandan. Dosyaya ku beriya du hefteyan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate betalkirin, ji nû ve weke delîl hate pêşkêşkirin.

Dewleta Tirk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ji wezîfeyê girt, li Sîlîvriyê dîl girt û li şûna wî karmendê xwe weke qeyûm bi cih kir. Dozgeriya Komarê ya Wanê jî, ji alîkariya Kaya a ji bo xizanan heta protestokirina qeyûm, hemû xebatên Kaya weke girêdan û têkiliya bi PKK'ê re nîşan da. Piştî 8 mehan gilînameya têkildarî Kaya hate amadekirin û rûniştina destpêkê ya doza li hemberî wî jî wê 10 meh piştî girtina wî pêk bê.

Dozgeriya Komarê ya Wanê, têkildarî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, xebatkarên Şaredariyê Çetîn Çîftçî, Cûma Koyluoglû, Zelal Tanli Mehmet Halîm Eryîgît, Can Tayan; rêveberên MEYA-DER'ê Îdrîs Şaybak û Nerîman Ûrar gilîname amade kir. Di gilînameyê de çêkirina goristanê, tevlîbûna li merasîmên cenazeyan, protestokirina qeyûm û alîkariya ji bo xizanan weke sûc hatin dîtin. Beriya du hefteyan, Dadgeha Bilind destnîşan kiribû ku li gorî qanûnan, tevlîbûna li serdanên sersaxiyê, pîrozbahiyên Newrozê, cejna zimanê Kurdî, 8'ê Adarê û mîtîngên boykotkirina referandûma li ser Destûra Bingehîn, sûc nîne. Lê belê ev îdîayên ku Dadgeha Bilind li dijî qanûnê dît, dozgeriyê careke din derxist pêşiya Kaya. Kaya wê ji dozeke din bi heman îdîayan bê darizandin.

ŞERMEZARKIRINA QEYÛM WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN

Dozgeriya Komarê ya Wanê, daxuyaniya endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ku gotibû, ew ê qeyûman bikin hedef, weke referansa protestoyan nîşan da û şermezarkirina qeyûm û çalakiya destberdana ji kar weke sûcekî bi fermanê hatiye kirin, hate nivîsandin. Hat îdîakirin, ku Kaya pêşengÎ ji protestoyên li dijî qeyûm re kiriye û bi vî rengî sûcekî mezin kiriye.

ÇÛYINA GORISTANÊ JÎ WEKE DELÎLÊ SÛC HATE NÎŞANDAN

Yek ji mijarên ku weke sûc derxistin pêşiya Bekîr Kaya, çêkirina goristanê ye. Dozgeriya Tirk, tevlîbûna Kaya li merasîmên cenazeyan jî weke 'îspata sûc' nîşan da.

LI GORÎ DOZGER, ALÎKARIYA JI BO XIZANAN SÛC E

Îdîaya herî balkêş a têkildarî Kaya jî, alîkariya ji bo Komeleya Têkoşîna li dijî Xizaniyê ye, ku ev komeke di çarçoveya biryarnameya bi hejmara 677'an hate girtin. Personelên şaredariyê bi dilxwazî di sala 2015'an de 20 hezar 950 TL, di sala 2016'an de jî 34 hezar û 720 TL alîkarî dan vê komeleyê. Ev jî weke sûc hate nîşandan. Tevî ku ev alîkarî bi rengekî qanûnî û bi rêya hesabên bankayan hatiye kirin jî weke sûc hatiye nîşandan. Di gilînameyê de nehat nivîsandin bê ev alîkarî çima û li gorî kîjan qanûnê sûc e.

Dozgeriya Tirk ev hemû îdîayên bêbingeh li hev kom kir û îdîa kir ku Kaya di nava têkiliya organîk û hiyerarşîk a PKK'ê de ye.

PARÊZER: ÇI HATIBE BER WAN, XISTINE NAVA GILÎNAMEYÊ

Parêzerên Kaya der barê mijarê de agahî dan me û diyar kirin, ji ber ku sûcekî hatiye kirin nîne, çi hatiye ber dozger xistiye nava gilînameyê. Parêzeran dan xuyakirin, ku li gorî ti qanûnê, alîkariya ji bo xizanan sûc nîne û got, "Tevî kku îdîayek jî nîne, Bekîr Kaya ev 9 meh in li girtîgehê ye. Ji ber vê yekê divê tavilê were berdan."

RÛNIŞTINA DESTPÊKÊ DI 8'Ê ÎLONÊ DE YE
 
Rûniştina destpêkê ya Kaya û 7 kesan, wê di 8'ê Îlonê de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk were. Bi vî awayî Kaya wê 10 meh piştî girtinê derkeve pêşberî dadgeriyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, ji Mijdara 2016'an û vir ve li Girtîgeha Sîlîvriyê dîl tê girtin.