Alîkarê Hevserokên DBP'ê Seydî Firat hate girtin
Alîkarê Hevserokên DBP'ê Seydî Firat ê 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin, ji 'endametiya rêxistinê' hate girtin û ew şandin girtîgehê.
Alîkarê Hevserokên DBP'ê Seydî Firat ê 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin, ji 'endametiya rêxistinê' hate girtin û ew şandin girtîgehê.
Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Endamê Koma Aştiyê ya sala 1999'an Seydî Firat, bi hincetên ne cidî hate girtin. Girtina wî polîtîkayeke bêdengkirinê ya xwedî armancên siyasî ye. Ev ne êrîşa destpêkê ya desthilatdariya şer e û em dizanin ku wê ne ya dawî be. Lê em careke din destnîşan dikin; bi zext û zilmê ti desthilatdarî bi ser neketine. Em careke din dibêjin; hewldanên desthilatdariya şer ên ji bo tinekirina rêxistinên mûxalefetê ji qada siyasetê, wê bê encam bimînin. Tevgerên siyasî yên pêvajoyên bi vî rengî baş dinasin, wê têkoşînên xwe bi rengekî herî xurt bidomînin.
Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û aştî pêk were, têkoşîna li dijî bêhiqûqî û êrîşan wê dewam bike; eger ji bo azadî û demokrasiyê berdêl pêwîst be, wê bê dayîn. Li ber wan hêzên ku dixwazin bi zext, îmha û girtinê siyasetmedarên demokratîk serî bidin tewandin, wê serî neyê tewandin."