Aktîvîst Hawrê Kurdî: PDK hewl dide min ji Hewlêrê derxîne

Aktîvîstê siyasî Hawrê Kurdî ku bi sedema li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rabûye gelek caran hate destgîrkirin û bû hedefa êrişan bal kişand ser gefên PDK'ê û got, "Armanca asayîşa PDK'ê ew e ku min ji Hewlêrê derxîne."

Partiya Demokratîk a Kurdistanê bê sedem bi dehan rojnamevan, çalakvanên siyasî, mamoste girtine. Derket holê ku hêzên girêdayî PDK’ê bi kiryar û hewldanên xwe çalakvanên siyasî ceza dike.

Çalakvanê Siyasî Hawrê Kurdî yek ji wan çalakvanan e ku bi dehan car ji aliyê hêzên Asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin û herî dawî rû bi rû yê êrîşê hatibû. Li ser tevna dijîtal a Facebookê peyamek bi dîmen parve kir. Hawrê Kurdî diyar kir ku bê hincet elektirîka mala wî ji aliyê asayîşê ve hatiye qutkirin û got: "Ev 8 roj in elektirîka mala min ji aliyê navenda asayîşê ya Newroz ve hatiye qutkirin. Di vê rojiya Remezanê de demê fetarê elektirîk nîne û mal di nava tarîtiyê de ye. Elektirîka Hewlêr hemû heye lê ya min hatiye qûtkirin."

'DIXWAZIN JI HEWLÊR DERKEVIN'

Çalakvanê Siyasî Hawrê Kurdî li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Kurdî anî ziman ku 19'ê Çileya 2021'ê komek nenas êrîşî wî kiriye. Hawrê Kurdî li ser vê yekê mala xwe ya li taxa Toraqî bire Taxa Eskerî ya Hewlêr. Kurdî anî ziman ku li vê derê asayîşê ev bû 8 roj elektirîka mala wî birîne. Kurdî got: "Armanca vê yekê ew e ku bikin ji Hewlêrê derbikevim."

Hawrê Kurdî li ser qutkirina elektirîkê bi rêya Parlameter Şayan Eskerî serdana Parêzgeha Hewlêr kir û li wir belgeyek fermî ji bo asayîşê hatiye amadekirin ku vê pirsgirêkê çareser bike. Kurdî anî ziman ku 5 roj piştî vê serdanê borî lê hê jî elektirîka mala wî nehatiye girêdan.

SEDEMÊ CEZAKIRINA KURDÎ JI BER HELWESTÊN WÎ YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YE

Çalakvanê Siyasî Hawrê Kurdî destnîşan kir ku yekane sedemê cezakirina wî ew e ku helwestên wî yên beramberî dagirkerî û gendeliyê ye. 

Gelek caran êrîş li ser Kurdî hatiye kirin. 27'ê Hezîrana 2017'an kesek bi kêran Kurdî birîndar dike, her wiha 20'ê Hezîrana 2020'ê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hate girtin, herî dawî jî 19'ê Çileya 2021'ê komeke li nêzî mala wî êrîş bire ser û giran birîndar bû.

BI DEHAN ÇALAKVAN Û ROJNAMEVAN GIRTÎ NE

Di salên dawî de li herêmên di bin desthilatdariya PDK'ê de ne di  serî de rojnamevan, çalakvanên siyasî, mamoste jî di nav de gelek kes li Duhok, Hewlêr û  Behdînanê ji ber li dijî gendelî, dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rabûne hatine girtin û zindanîkirin.