AKP/MHP’ê bi hezaran hilbijêrên sixte qeyd kiriye

Derket holê ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi hezaran qeydên hilbijêrên sixte çêkiriye. Li Colemêrgê derket holê ku 8 hezar û 199 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin.

Rêxistina bajêr a Colemêrgê ya HDP’ê derbarê lîsteya hilbijêrên sixte yên ji bo hilbijartina 31’ê Adarê  serî li desteyên hilbijartinê yên bajêr û navçeyan da.

Hevserokê bajêr ê HDP’ê Sînan Kaya diyar kir ku derbarê qeydên sixte yên hilbijêran wan serî li desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan dane.

Kaya got: “Me qeydên sixte yên li Colemêrg û navçeyên wê eşkere kiribûn. Ji bo sererastkirina agahiyên 4 hezar û 239 hilbijêrên xeyalî yên li 31 navnîşanan me daxwaznameya îtîrazê ya 255 rûpel pêşkêşî Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Colemêrgê kir.”

Derket holê ku li Çelê û li 3 taxên wê jî li 18 navnîşanan 3 hezar û 960 hilbijêrên xeyalî hatine tespîtkirin û derbarê vî tiştî îtîraz li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku namzetê Hênê yê AKP’ê Îbrahîm Lale xwestiye hilbijêrên li Baglar, Tavûklûya Sûrê bibe Taxa Kûyûlar a Hênê.