AKP ketiye nava panîkê: 30 herêmên Colemêrgê qedexe kir

Li Colemêrgê 2 roj beriya hilbijartinê 30 herêm li sivîlan hatin qedexekirin.

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê diyar kir ku 30 herêmên li navenda Colemêrgê û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji bo 14 rojan weke "herêma ewlekariyê ya taybet" hatine ragihandin.

Hate gotin, qedexe wê heta 7'ê Tîrmehê bidome.

Beriya niha jî gelek herêmê Colemêrgê li sivîlan hatibûn qedexekirin. Wekî din, mehek beriya hilbijartinê, lidarxistina 'civîn û xwepêşandanan' jî hatibû qedexekirin.