AKP'ê tecawizkar kir cerdevan

Dewleta Tirk, ji ber ku ji gundê Saraçli yê navçeya Başan a Îdirê kesî cerdevanî qebûl nekir, kesekî ku destavêtin û destdirêjî kiribû, kir cerdevan.

Dewleta Tirk ku bi hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî li Kurdistanê şerê taybet dimeşîne, lê tevî vê yekê jî li pêşberî gerîla nikare bi ser bikeve, vê carê hêviya xwe bi tecawizkaran ve girê da. Yek ji bajarên ku polîtîkaya şerê taybet lê bi tundî tê meşandin, bajarê Îdirê ye ku heman bêjin hêza AKP'ê qet lê nîne.

ZEXTA CERDEVANIYÊ YA BI DESTÊ KEYA Û JENDERMEYAN

Dewleta Tirk, bi taybetî ji havîna 2016'an û vir ve li navenda Îdirê û gundên navçeyên wê zexta cerdevanî û sîxuriyê li mirovan dike. Keyayên vê herêmê tevî jendermeyan, zext û zordariyê li welatiyan dikin ku bi zorê bibin cerdevan.

Yek ji gundên Îdirê ku sîstema cerdevaniyê li ser tê ferzkirin, gundê Saraçli yê navçeya Başanê ye, ku piraniya şêniyên wê Terekeme ne. Gundiyan di salên 90'î de tevî hemû zext û zordariya jenderme û JÎTEM'ê sîstema cerdevaniyê qebûl nekir. Lê ev 6 meh in cerdevanî bi dijwarî li ser wan tê ferzkirin.

Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Navçeya Başanê meha Sibatê tevî keyayê AKP'yî Î.G. hat vî gundî û cerdevanî li ser gundiyan ferz kir. Piştî zexta bi mehan, ji gundê ku nifûsa xwe 700 kes e, tenê 3 kesên ku hizûra gund xera dikin cerdevanî qebûl kirin. 2 ji van her sê kesan, demeke kin piştî cerdevaniyê dest ji çekê berdan û îstifa kirin.

TECAWIZKAR KIRIN CERDEVAN

Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Navçeya Başanê, ku dixwaze herî kêm 10 cerdevanan ji gund derxîne, vê carê berê xwe da kestên destavêtin û destdirêjî kirine. Î.Y. ku beriya niha ji sûcê destavêtin û destdirêjiyê mehkûm bû, kirin cerdevan.

Tevî Î.Y. hejmara cerdevanên li vî gundî bû 2 kes. Tê gotin, zexta fermandarê jendermeyan a ji bo cerdevaniyê li gund dewam dike.

GUNDÎ: EM CERDEVANIYÊ QEBÛL NAKIN

Gundiyên ku ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûna xwe ya ji ber sîstema cerdevaniyê ku li ser wan tê ferzkirin nîşan dan. Gundiyan gotin, "Me heta roja îro sîstema cerdevaniyê red kir. Bi salan e em Kurd û Terekeme bi hev re bêyî pirsgirêk jiyane. Îro ji me dixwazin ku em bi zorê bibin cerdevan. Dema ku kesî qebûl nekir, mirovên ku hizûra gund xera dikin, dikin cerdevan."