AKP'ê Roboskî-Der jî girt

Hikûmeta AKP'ê, komeleya Roboskî-Der jî girt, ku ev komele ji aliyê malbatên zarokên wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da bûn, hatibû vekirin.

Komeleya Edalet ji bo Roboskî Aştî ji bo Rûyê Erdê (Roboskî-Der), ku ji aliyê malbatên 34 kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan hat vekirin, bi biryara Wezareta Karên Hundir hate girtin.

Serokê Roboskî-Derê Velî Encu da xuyakirin, ku Komele ji aliyê malbatên Roboskî ve ji bo darizandina kiryaran hatiye vekirin. Encu da zanîn, komele bi îdîaya 'karê terorê meşandiye' hatiye girtin û got, "Roboskî-Der ji bo rûyê rast ê komkujiyê nîşanî raya giştî bide, heta roja îro kar kir. Tevî ku hê kiryar nehatine darizandin, her roj zext li malbatên Roboskî hatin kirin û gelek hatin binçavkirin. Girtina komeleyê jî dewama hewldana ji bo parastina kiryaran e."

ENCU: WÊ NIKARIBIN ME BÊDENG BIKIN

Encu destnîşan kir, girtina deriyê komeleyê wê nikaribe wan ji têkoşîna edaletê vegerîne û wiha dewam kir: "Weke malbatên Roboskî, em ê her tim daxwaza edaletê bikin. Heta ku edalet bê Roboskî em ê têbikoşin. Dema ku berpirsyarên sûcê li dijî mirovahiyê hatin cezakirin, wê hingî dilê dayikên Roboskî hinekî rehet bibe. Bi van rê û rêbazan wê nikaribin me bêdeng bikin."