Xizmeta AKP'ê ya ji bo Erdîşê: Girtîgeha sêyemîn

Navçeya Erdîş a Wanê ji ber erdheja sala 2011'an hilweşiya bû. Ji hingî ve dewletê tenê avahiya Midûriyeta Emniyetê û Girtîgeheke Nû li navçeyê çêkir.

Tevî ku 8 sal di ser erdhejê re derbas bûye, navenda navçeya Erdîşê hîn jî mîna xirbeyekî ye. Li Erdîşê du girtîgeh hene, lê tevî vê yekê jî desthilatdariya AKP'ê dest bi çêkirina girtîgeha sêyemîn kir û hindik maye biqedîne. Dewleta Tirk ku 10 sal in nexweşxaneyekê li navçeyê çênake, avahiya midûriyeta emniyetê di nava salekê de çêkir.

Avahiyên ku piştî erdhejê bi 30 hezar lîreyî hatin çêkirin, bi 80 hezar lîreyî ji gelê Erdîşê re hatin firotin. Bi hezaran mirovên li avahiyên TOKÎ dimînin, ji ber ku nikarin deynê dewletê û bankayan bidin, ketine rewşeke welê ku malên wan bên desteserkrin.

Desthilatdariya AKP'ê kota danî ser berhemên çandiniyê yên gel ku çavkaniya debarê ye û bi qedexekirina zozanan re sewalkarî qedand. Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku sala 2008'an hîmên wê hatin danîn, di her hilbijartinê de weke amûrekê hate bikaranîn û di nava 10 salan de 14 caran hate vekirin. Li Erdîşê nêzî 200 hezar kes dimînin. Ji ber ku li nexweşxaneya nû doktor, personelên tenduristiyê û alavên pêwîst nîne, welatî neçar dimînin ku nexweşên xwe bibin Wanê ku bi 100 kîlometreyî dûr e.

 2 SAL IN AVA VEXWARINÊ HATIYE BIRÎN

Piştî ku Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî sala 2016'an bi destê qeyûm hate desteserkirin, ava vexwarinê hate birîn. Li taxa Suliyê ku 30 hezar kes lê ne, ji ber ku du sal in ava vexwarinê jê re nayê dayin, beriya niha bi sê rojan xwepêşandaneke protestoyî hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn. Polîsên Tirk êrîş birin ser xwepêşandanê.

Avahiya Şaredariya Erdîşê piştî ku qeyûm lê hate bicihkirin, bi bendên beton ên bilind hate dorpêçkirin û li çar aliyên wê wesayitên zirxî û polîs hatin bicihkirin. Welatiyên ku dixwazin bên şaredariyê, neçar in di kontroleke berfireh de derbas bibin.

Li navenda navçeyê destûr nayê dayin ku esnaf dikanên xwe ji nû ve çêbikin. Li hemû taxan, navenda bajêr û gundan, ji ber kortik û heriyê mirov nikarin di rê de bimeşin. Hema bêjin li hemû rêyên navçeyê lûleyên avê teqiyane.

Ji ber vê rewşa xwe Erdîş dişibe gundekî ji 200 hezar kesî. Zêdeyî 80 ji sedî yê nifûsa wê bê kar e. Bi sedan kesên li Erdîşê ji ber nêrîna xwe ya siyasî hatin girtin. AKP nahêle gel û esnaf bazirganiyê bikin. Malên esnafan ji aliyê polîsan ve tên desteserkirin.

Esnafekî navçeyê diyar kir ku 8 sal in li holikeke ji 2 metreyî karê xwe dike û got, "Piştî erdhejê min xwest dikana xwe bi xwe çêbikim, lê dewletê destûr neda. Hem destûrê nade em çêbikin, hem jî ew çênake. Navenda navçeyê niha dişibe gundekî. Her der xera bûye, rê xerabe ne, bi salan e ava vexwarinê hatiye birîn. Di rewşeke wiha de tevî ku 2 girtîgeh li Erdîşê hene, AKP'ê girtîgeha sêyemîn çêdike. Dewleta ku 10 sal in nikare nexweşxaneyekê biqedîne, avahiya emniyetê di nava salekê de qedand."