AKP'ê qeyûmê talanker kir namzetê xwe yê Colemêrgê

AKP a ku li Colemêrgê dike nake nikare nikare piştgiriyê ji gel bibîne, qeyûmê xwe kir namzetê Serokatiya Şaredariya Colemêrgê.

Rejîma AKP'ê 11'ê Îlona 2016'an Şaredariya Colemêrgê desteser kiribû û Alîkarê Walî Cuneyt Epcîm li şaredariyê kiribû qeyûm. AKP'ê qeyûmê xwe Epcîm ji bo serokatiya şaredariya Colemêrgê kir namzetê xwe. Qeyûmê AKP'ê Cuneyt Epcîm ku ji roja destpêkê ve bi artêşeke ji polîs û leşkeran tê avahiya şaredariyê û diçe, karê wî yê destpêkê daliqandina ala Tirkan li ser şaredariyê bû.

Bi tayînkirina qeyûm re Colemêrgê veguherî bajarekî qedexekirî. Beriya qeyûm ti deynê Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî tine bû. Lê belê qeyûmê AKP'ê ku ti xizmet nekiriye, Şaredarî di nava 2 salan de xist bin deynê ji 500 milyon lîreyî. Qeyûmê talanker, bi îdîaya ku zarokên wan PKK'yî ne û alîkariyê didin PKK'ê, av li ser hin malbatan birî. Her wiha ava ji kanalîzasyona leşkerî da şêniyên bajêr.

POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ

Beriya qeyûm, timî ji bajar û navçeyên derdorê mirovan koçî Colemêrgê dikirin. Lê belê bi hatina qeyûm re êdî Colemêrgî bi xwe koç kirin. Polîtîkaya koçberkirinê ku dewlet bi zanebûn li Kurdistanê bi taybetî li Colemêrgê dimeşîne, ev demeke li Colemêrgê bi cih tê anîn. Welatiyên Colemêrgê balê dikişînin ser cihê Colemêrgê yê li nava dîrok, şaristanî û mirovahiyê û diyar dikin, Colemêrg niha di serdema xwe ya herî nebaş de ye.

Welatiyê bi navê Mehmet Temel ê 35 salî li qada Kahniyareş a nêzî gundiyê Ezîzanê yê gundê Talê ya Colemêrgê ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû kuştin û Waliyê Colemêrgê û qeyûm Cuneyt Epçîm tevî Midûriyeta Emniyetê li pêşiya merasîma cenazeyê Temel bûbûn asteng.