AKP'ê malên sersaxiyê kirine buroyên hilbijartinê

Rêxistinên AKP'ê yên Wan û navçeyên wê, malên sersaxiyê yên li taxan kirine mîna buroyên hilbijartinê.

AKP'ê dema dawî li Wanê malên sersaxiyê ji bo hilbijartinê bi kar tîne. AKP'î her roj û şevê li taxên cuda li malên sersaxiyê civînên lidarxistinê lidara dixin.

Li navçeyên Erdîş, Mûradiye, Çaldiran, Artemêtan, Payîzava û Tûşba yên Wanê, bi meha Remezanê re civînên hilbijartinê yên AKP'ê destpê kirin.

Serokên AKP'ê yên navçeyan û rêveberên wan tevlî van civînên li malên sersaxiyê dibin. Li hinek taxan jî keyayên nêzî AKP'ê serkêşiyê ji civînan re dikin.

Li gorî agahiyan, keyayên hin taxan bi hincetên cuda bang li mirovan dikin, dema mirov tên malên sersaxiyê li rêveberên AKP'ê rast tên û propaganda AKP'ê li wan tê kirin.

Her wiha Weqfa Alîkariyê ya Însanî (ÎHH), Başak Der, Veren El, Hayrat Dernegî û Ensar Dernegî gelek komeleyan bi vê armancê karên xwe zêde kirin. Ev komele û weqf mîna rêveberên AKP'ê kar dikin.