AKP'ê ji niha ve li Wanê dest bi dek û dolaban kir

Li Wanê di Navenda Koordînasyona Hilbijartinê de rêveberên AKP'yî, qeyûm, cerdevan û leşker hene. Koordînasyonê biryar da ku sindoqên li du navçeyan radestî cerdevanan bike.

AKP mîna her carê bi dek û dolaban xwe ji hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîranê re amade dike. Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan û hiqûqnas Bayram Kaval li ser karên ne li rê yên di hilbijartinê de bên kirin hişyarî dan.

Karê hilbijartinê yê li Wanê û navçeyên wê, wê ji ailyê Walîtiya Tirk a li Wanê ku weke Serokatiya AKP'ê ya Bajêr dixebite û saziyên cemaweriyê ve bê organîzekirin. Midûriyeta Tirk a Emniyetê ya li Wanê, bi hinceta ewlekariya hilbijartinê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir. Walîtiya Tirk a li Wanê wê hilbijartinê ji vê navendê bi rê ve bibe. Di nava koordînasyona hilbijartinê de rêveberên AKP'yî, qeyûm, cerdevan û leşker hene. Koordînasyonê weke karê destpêkê biryar da ku sindoqên hilbijartinê yên li navçeyên Şax û Payîzavayê radestî navendên cerdevanan bike. Walîtiya Tirk a li Wanê jî biryar da ku dema qedexekirina çalakî û xwepêşandanan heta hilbijartinê dirêj bike.

BI HER AWAYÎ DIKARIN FENAN BIKIN

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan li ser mijarê fikarên xwe anî ziman û destnîşan kir ku di hilbijartinê de dikarin bi her awayî fenan bikin, lê belê eger tevdîrên pêwîst bêne girtin wê karibin pêşî li vê yekê bigirin. Botan got, "Dengê giştî yê Wanê diyar e. AKP li Wanê bi giştî 100 hezar dengî, em jî 375 hezar dengî digirin. Barkirina cihê van hemû dengan bêguman ne pêkan e."

SINDOQAN BIXIN NAVA TANKAN JÎ...

Botan got, "Sindoqan bixin hundirê tankan jî wê encam neguhere. Li bajarên Kurdan di hilbijartinan de her tim hêzên dewletê yên çekdar li ber sindoqan sekinînin. Hewl didin psîkolojiyeke wiha belav bikin. Niha jî ji bo van dek û dolaban qanûnî bikin, qanûnên ahengiyê derxistin."

HILBIJARTIN TÊKOŞÎN E, EM Ê XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Lezgîn Botan bi bîr xist ku bi operasyona xapandinê re hewl didin hilbijartinê nehêja nîşan bidin û got, "Em bi vî rengî nafikirin û em ê heta dawiyê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Bila malbat tavilê serî li dawîreyên nifûsê yênb ajêr bidin û di nava 10 deqeyan de qeyda xwe kontrol bikin. Barkirina sindoqan ji bo gundên cerdevanan wê nikaribin pêşî li Kurdan bigirin. Cudahiya navbera me ev e: ew ditirsin, lê em cesaretê li dora xwe belav dikin."

Hiqûqnas Bayram Kaval jî işaret bi dek û dolabên AKP'ê kir û got, "Walî ya jî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr, tevî ku rewşeke neyînî nebe jî bi rengekî kêfî dikarin biryarê bidin ku sindoqan bikin yek an jî bibin cihekî din. Ev yek divê bi awayekî zelal li pêşberî raya giştî were kirin."