AKP'ê çav berdaye tazmînata mexdûrên erdhejê

Tevî ku mexdûrên erdheja Wanê di dozên tazmînatê bi ser ketin jî, derket holê ku dewletê bi salan tazmînat nedaye mexdûran.

23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdarê, li Wanê û navçeya Erdîşê du erdhejên mezin rû dan û li gorî daneyên fermî yên dewleta Tirk, 644 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 3 hezar kes jî birîndar bûn. Ji ber her du erdhejên mezin, bi hezaran xanî xera bûn, xisareke giran li deh hezaran avahiyan bû. Gelek mirov ji ber xemsarî û bêberpirsyariya dewletê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Xizmên wan jî doz vekirin.

Di nava 8 salan de piraniya dozên xizmên mexdûran çûn serî. Di encama dozê de mexdûrên erdhejê mafê wergirtina tazmînatê bi dest xistin, lê belê dewleta Tirk hîn jî pereyên wan nade wan.

'AKP'Ê ÇAV BERDAYE PEREYÊN MEXDÛRÊN ERDHEJÊ'

Xizmên mirovên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, doza tazmînatê ya ji 200 heta 300 hezar lîreyî vekirin. Lê belê di encama dozê de biryar li ser rêjeya tazmînatê ya li gorî dilê dewletê tê dayin. Bi giranî biryar li ser dayina tazmînata ji 20 heta 100 hezarî tê dayin. Mexdûrekî erdhejê ku xizmê xwe di erdheja Erdîşê ya 23'ê Cotmeha 2011'an de winda kir, anî ziman ku AKP'ê çav berdaye pereyên mexdûrên erdhejê.

Mexdûrê erdhejê diyar kir, ji ber erdhejê ferdekî ji malbata wî jiyana xwe ji dest daye, 2 jî birîndar bûne û nerazîbûn nîşanî AKP'ê û dewletê da: "Di erdhejê de me êşên giran kişand. Hîn jî nekariye vê êşê ji ser xwe biavêjin. Dewletê heta niha gelek tiştên ku mafê me ne, nedaye. Tevî ku dozên me vekiribûn çûn serî, bi salan e pereyê me yê tazmînatê nade me. Dema ku em ji parêzerên xwe dipirsin, ew jî dibêjin, 'Di dozê de em bi ser ketin, lê dewlet pereyê tazmînatê naşîne'. Êdî gotin qediya. Li gorî me, AKP'ê dest daniye ser pereyê tazmînatê yê mexdûrên erdhejê. Eger dest danîbûya ser, wê tazmînata me berî bi salan bida me."

'DI DOZÊ DE EM BI SER KETIN, LÊ TAZMÎNATA ME NADIN'

Welatiyeke ku di erdheja 9'ê Mijdarê de li Wanê hevsera wê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku tevî di doza tazmînatê de bi ser ketine jî bi salane tazmînata wan nayê dayin: "Di erdhejê de hevserê min jiyana xwe ji dest da û tevî 4 zarokên xwe me. Bi salan e hewl didim debara xwe bikim. Tevî ku 8 sal di ser erdhejê re derbas bû, heta niha ti alîkarî ji min re nehatiye dayin. Doza min bi encam bû, lê heta niha pereyê tazmînatê jî nedan me. Nizanim bê çima nadin."