AKP'ê bi dengdêrên sexte û bertîlê dest bi karê hilbijartinê kir

AKP ku beriya her hilbijartinê di bin navê 'alîkariyê' de bertîlê belav kir, niha jî bi heman lîstikê radibe. Di vê hilbijartinê de jî plana xwe ya dengdêrên sexte xiste dewrê.

AKP li deverên ku şensê xwe yê serketinê nîne, bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re kete nava lêgerînên nû. Beriya niha eşkere bûbû ku AKP'ê ji Erzîrom, Trabzon û Gîresûnê hilbijêrên sexte li navçeyên Rêya Armûşê, Artemêtan û Tûşbayê qeyd kiriye. Niha jî qeyda 2500 dengdêrî ji navenda Wanê bir navçeya Şaxê.

Piştî Şaxê, derket holê ku AKP'ê li gundikê Dalli yê ser bi navçeya Elbakê jî 70 hilbijêrên sexte qeyd kiriye.

BERIYA HER HILBIJARTINÊ BI HEZARAN TL'YÎ BERTÎLÊ BELAV DIKE

AKP ku qîma xwe bi guhertina qeyda hilbijêran nîne, dest bi hîleyên din kir. Çawa ku beriya niha timî hate kirin, AKP'ê careke din dest bi belavkirina koliyên 'alîkariyê' kir. Derket holê ku li Serokatiya Daîreya Park Bahçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û taxa Suphanê, depoyên AKP'ê yên 'alîkariyê' hene.

AKP her wiha ji ber ku desthilatdar e, zextê personelên cemaweriyê dike. Kedkarên cemaweriyê hemû ji ber tirsa 'avêtina ji kar' bi ya AKP'ê dikin. AKP bi taybetî PTT'ê di vê mijarê de baş bi kar tîne. Li Wanê PTT 15 roj in bi navê 'Alîkariya ji bo şêniyên malan' 15 hezar TL bertîlê belav dike. AKP'iyan piştre ev pere daxistin 8 hezar TL'yî.