AKP’ê belgeya ‘serkeftinê’ da polîsê ku 4 sivîl qetil kiribû!

Têkildarî polîsê bi navê Î.M. ê ku 4 sivîl qetil kiribû, skandalek pêk hat. Wezaretê têkildarî polîsê qatil belgeyên ‘serkeftinê’ şand ji dadgehê re.

Li Gevera Colemêrgê di 8’ê Cotmeha 2016’an de li ser rêya Cengîz Topel ji wesayîta zirxî ya ku polîsê bi navê Î.M. diajot, gule hatibû reşandin û sivîlên bi navê Serhat Bûldan, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn. Sivîlên bi navê Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn.

Têkildarî vê qetlîamê doz hatibû vekirin û di dozê de skandalek pêk hat.

Darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 3’emîn a Amedê pêk hat û li ser daxwaza parêzerên kesên hatine mexdûrkirin, ji Wezareta Karê Hundir hate pirsîn bê ka gelo têkildarî bersûc lêpirsîna îdarî vebûye yan na.

Wezaretê ji dêvila bersiva daxwaza dadgehê, belgeyên ‘serkeftin û spasnameyê’ yên polîs Î.M. şand ji dadgehê re. Gerînendetiya Giştî ya Emniyetê û Serokatiya Artêşa Giştî ev belge dane polîsê bi navê Î.M.

TEVLÎ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ BÛBÛ

Wezaretê diyar kir ku Î.M. di dema êrîşên qirkirinê yê di navbera Kanûna 2015’an û Çileya 2016’an ên li Silopiya Şirnexê de ev belge stendine û pesnên ‘xizmeta’ wî da.

Fermandariya Hêzên Bejahî, Qaymeqamtiya Silopiyê û Gerînendetiya Emniyetê ya Stenbolê jî di belgeyên ku daye polîs Î.M. de pesnê wî dane, ew spas kirine û serkeftin jê re xwestine.

Î.M. piştî qetlîamê hatibû girtin, hê salek ji ser girtinê derbas nebû, hatibû tehliyekirin.