AKP'ê Şaredariya Colemêrgê talan kir

AKP a ku dest danî ser Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî, bajar kir mîna xirbeyekî û şaredarî jî xist bin deynê ji 300 milyon lîreyî.

Dagirkeriya AKP'ê ya li Colemêrgê ku bi ti awayî xizmetê nake, pereyê gel didize. AKP'ê 300 milyon lîre da nokerên xwe.

Şaredariya Colemêrgê ku bi rêjeya 90 ji sedî yê dengê gelê Colemêrgê radestî DBP'ê hate kirin, ji aliyê AKP'ê ve hatibû desteserkirin. Şaredariya Colemêrgê dema di destê DBP'ê de bû, tevî budçeya xwe ya kêm jî rê û kolanên nava bajêr çêkir û li gelek taxan park ava kir. Hikumeta AKP'ê xwe li xizmeta şaredariya DBP'yî ranegirt.

ŞAREDARÎ QIKIRIN QEREQOL

Avahiya Şaredariyê di dema DBP'ê de mîna mala duyemîn a gelê Colemêrgê bû ku gel bi hêsanî diçû serdanê û pirsgirêkên xwe ji kedkarên şaredariyê re digotin. Rejîma AKP'ê ku 6'ê Îlona 2016'an dest danî ser şaredariyê, bi wesayitên zirxî yên leşkerî û polîsan dor li avahiya şaredariyê girt û mîna qereqolê lê kir. Dagirkeriya AKP'ê sal û nîvek e bajar kiriye mîna xirbeyekî û ji ber kortik û heriyê mirov nikarin li nav bigerin. Berdêla vê xizmeta kortik û heriyê ya AKP'ê jî 300 milyon TL ye. AKP a ku şaredariya gel dizî, 300 milyon lîre jî pêşkêşî nokerên xwe ki.r

EM LI VIR IN, LÊ EW Ê BIÇIN

Welatiyên Colemêrgê ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Hevşaredarên me ku bi îradeya me hatin hilbijartin, hatin girtin. Ev yek tê wateya girtina 90 ji sedî yê welatiyên Colemêrgê. Em ne AKP'ê, ne jî qeyûm dixwazin. Hem îradeya me, şaredariya me dizîn, hem jî pereyên me di nava xwe de payê kirn. Haya me ji vê yekê heye. Roja destpêkê ya hesabpirsînê 24'ê Hezîranê ye. Colemêrg wê 24'ê Hezîranê ji AKP'ê paqij bibe. Di hilbijartina herêmî ya pêş de em ê şaredariya xwe ji wan bistînin. Gelê Colemêrgê mayinde ye, li vir e. Lê ew ê biçin."