AKP avahiyên TOKÎ ji bo dengan bi kar tîne

Avahiyên TOKÎ yên li Şirnexê ku tê payîn 20'ê Hezîranê bên radestkirin, niha jî ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê tên bikaranîn.

"Qedexeya derketina derve" ku 14'ê Adara 2016'an li Şirnexê hate ragihandin, heta 14'ê Mijdara 2016'an dewam kir. Di nava 246 rojên "qedexeya derketina derve" de û piştî wê, li taxên Gazîpaşa, Yeşîlyûrt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cûmhûriyet, Bahçelîevler û Yenî Mahalle yên Şirnexê, zêdeyî 70 ji sedî yên xaniyan xera bûn. Gelek xanî bi tank û topên dewletê hatin hilweşandin û zêdeyî 300 xaniyên ku der barê wan de rapora 'tiştek pê nehatiye' hate dayin jî, piştre hatin xerakirin. Li van taxên ku bi têlan dor lê hatin girtin, TOKÎ dest bi çêkirin avahiyan kir. Tevî ku di ser re zêdeyî 2 sal derbas bûne jî li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê welatî li benda çêkirina 11 hezar avahiyan e. Lê belê ji 6 hezar û 500 avahiyên li navenda bajêr dest bi çêkirina wan hate kirin, piştî 2 salan tenê beşek jê qediya.

Tê gotin ku avahiyên hatine qedandin jî wê ji bo hilbijartinê bên bikaranîn. Şirnexî dibêjin, "Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi rêya TOKI'yan deng ji me dixwzin û hewl didin zextê bikin. Piştî ku bajarê me hate xerakirin, xaniyên me bi bomberdûmanê bi serê me va hatin rûxandin, mirovên me li pêş çavên me bi rengekî hovane hatin kuştin û havîn-zivistan em li derve mexdûr bûn, em tiştekî ku AKP didin qebûl nakin. Niha jî li hêviya dengê me ye. Çiqasî rûreş e ku siyaseteke bi vî rengî dimeşîne."

DI BERDÊLA AVAHIYAN DE DENG DIXWAZIN

Şirnexiyan dan xuyakirin ku bi rengekî adîl bersiv ji zerarê wan re nehatiye dayin û destnîşan kirin: "Hilbijartin li ber me ye. Hikumeta AKP'ê ku 2 sal in serî li me digerîne, niha rabûye di berdêla avahiyên TOKÎ de dengan ji me dixwaze. Em baş pê zanin bê çi anîn serê me û divê em çi bikin. Me gelek caran dijminatiya vê dewletê ya li gelê Kurd dît û em êdî ji derewên hikumet û dewletê bawer nakin. Malên me xera kirin, mirovên me kuştin, sewalên me telef kirin, bi mehan di nava şert û mercên zivistanê de em tî û birçî hiştin, lê me dîsa jî tiştek ji dewletê hêvî nekir. Gelo niha wê dewlet bê û destekê bide me? Ev gel baş pê zane ku ê yekê ji bo deng dikin."