AKP Çewlikê jî dişewitîne

Li Çiyayê Hesarê yê Çewlikê di encama bombekirina balafirên şer ên F-16'an de şewata ku hatî derxistin berbelav dibe.

Dewleta Tirk piştî Dersim, Şirnex û Amedê li bejahiya Çewlikê jî şewat derxist. Li navçeya Gexiyê balafirên şer ên F-16 bi bombeyan şewat derxist. Şewat ev 3 roj in bê navber didome. Çiyayê Hesarê yê li nav gundê Xaror, Bêlicê û gundikê Goma Bazê û derdora gundên Xozavitê ya navçeya Xolxolê bi bayê heyî jî her ku diçe berbelav dibe.

WELÊT BI GIŞTÎ DIŞEWITÎNIN

Li daristanên navend Dersimê û navçeyên wê jî şewata ku beriya bi 12 rojan hatî derxistin didome. Li qada daristanê ya Çemê Şîro ya Licê ya Amedê jî dewleta Tirk şewat derxist. Her wiha çiyayên Botanê jî bi topan têne şewitandin. Şewata ku dewleta Tirk li Gabarê derxistî ji navenda Cizîrê xuya dike.

Dewleta Tirk her wiha nahêle ku welatî biçin şewatê vemirînin.