Akin: Berxwedana me wê sîstemê tengav bike

Sedat Akin ê 128 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me gihîştiye wê astê ku sîstemê tengav bike. Ji ber ku mînakeke din a berxwedaneke bi vî rengî ya dîrokî nîne. Berxwedan bi bawerî û dilsoziyeke bêhempa didome.

Sedat Akin ku dema li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê girtî bû dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 44'an a çalakiya xwe de hate berdan. Akin piştî ku hate berdan li mala xwe berxwedana greva birçîbûnê domand. 128 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Li gel pirsgirêkên tenduristiyê jî Akin diyar dike ku moral û motîvasyona wî di asteke bilind de ye. Sedat Akin li ser çalakiya xwe ji ANF'ê re axivî.

'CIVAKA TIRKIYEYÊ TECRÎDKIRÎ YE'

Akin bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em qala tecrîdekê dikin ku 8 sal in didome. Ji ber vê dema dirêj bivê nevê mirov dikevin nava fikaran. Destûra hevdîtinê ji parêzeran û malbata Ocalan re nayê dayin. Bêguman em di nava berxwedaneke dîrokî de ne. Bi hezaran hevalên me di greva birçîbûnê de ne. 30 hevalên me jî dest bi rojiya mirinê kirin. Berxwedana me gihîştiye wê astê ku sîstemê tengav bike. Ji ber ku mînakeke din a berxwedaneke bi vî rengî ya dîrokî nîne. Berxwedan bi bawerî û dilsoziyeke bêhempa didome."

Akin da xuyakirin, hevdîtina dawî ya Ocalan bi parêzerên xwe re kir nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û got, "Pêkhatina hevdîtinê tiştekî erênî ye, lê belê divê timî  pêk were. Ne tenê gelê Kurd hatiye tecrîdkirin, civaka Tirkiyeyê hemû hatiye tecrîdkirin."

'EM Ê DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'

Akin destnîşan kir, ji bo azadiyê û aştiyeke li nava civaka Tirkiyeyê, divê tecrîda li Girava Îmraliyê bi dawî bibe û got, "Em îro di greva birçîbûnê de ne. Bêguman bedena mirovan roj bi roj dihele, lê belê moralê me asteng nake. Em piştrast in, em ê dawî li tecrîdê bînin û têkoşîna xwe bi ser bixînin."

'EM DI ASTA PÎROZKIRINA SERKETINÊ DE NE'

Akin anî ziman, gelek hevalên wî yên di nava têkoşînê de ne, niha li derve çalakiya xwe didomînin û got, "Beriya her tiştî dixwazim ji hevala Leyla û hevalên di nava çalakiyê de ne hemûyan re bêjim, têkoşîn û berxwedana me di asta pîrozkirina serketinê de ye. Em ê vê têkoşînê bi hev re bi ser bixînin."