'Agirê Newrozê nîşaneya yekîtiya neteweyî ye'

Havva Kiran û Dîlan Guvenç diyar kirin ku Newroz nîşaneya vejîn û berxwedanê ye û destnîşan kirin ku gelê Kurd wê ji qadên Newrozê bersiva hilbijartinên 31'ê Adarê bide.

NEWROZ 2024

Newroza 2024’an bi şîara “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li dehan cihan bê pîrozkirin. Wê tenê di 21’ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin. Li gelek cihan pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin û coş û kelecana Newrozê ji niha di nava gelê Kurd de derketiye lûtkeyê.

NEWROZ VEJÎNA GELÊ KURD E

Dayika Aştiyê Havva Kîran diyar kir ku Newroz azadiya gelan e û got: “Em ê îsal jî mîna her sal bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin. Newroz vejîna gelê Kurd e. Newroz dîroka gelê Kurd e. Weke Dayikên Aştiyê em Newroza hemû gelê Kurd pîroz dikin. Newroz aştî ye, Newroz berxwedan e. Newroz sembola têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd e. Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê. Newroz bila bibe sedema vekirina deriyên Îmraliyê. Newroz li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Banga me ji vir ev e: Divê her Kurdek ji 7 salî heta 70 salî were Newrozê û yekîtiya gelê Kurd nîşan bide. Werin em qadên Newrozê tijî bikin û berxwedana zindanan ji qadên Newrozê silav bikin. Ez careke din Newroza hemû gelê Kurd pîroz dikim.

NEWROZ BERXWEDAN E

Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç diyar kir ku Newroz sembola vejînê ye û wiha axivî: “Ev vejîn ala jiyan û azadiyê ye. Ew ala têkoşîna li dijî zalim û dîktatoran e. Li ku derê bêedaletî, zilm, zordarî û faşîzm lê hebe, Newroz tê wateya sembola berxwedanê. Ger berxwedan û têkoşîn hebe wê ruhê Newrozê her tim hebe. Newroz berxwedan e. Weke her sal em îsal jî di bin zextan de Newrozê pêşwazî dikin. Em di bin siya tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê, tundî, operasyonên qirkirinê, polîtîkayên tinehesibandinê, qetlîamên li ser jinan, asîmîlasyona ziman û çandî û gelek mekanîzmayên zextê Newrozê pêşwazî dikin. Li gel van hemûyan em di atmosfereke ku têkoşîna jinê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bilind dibe, gelê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdê li her qadê çalakiyan lidar dixin, coşeke mezin a hilbijartinê bi ser dikeve. Gel li her qadê vîna xwe diparêze û li her qadê têkoşîna li dijî zilmê bilind dibe.”

WÊ BERSIVA 31 ADARÊ LI QADÊN NEWROZÊ BÊ DAYÎN

Guvenç anî ziman ku Newroz sembola nûbûn, serketin, destkeftî û biharê ye û wiha got: “Îsal em ê bi coşeke mezin a 8’ê Adarê biçin Newrozê û bi coşeke mezin a berxwedana Newrozê biçin hilbijartinên 31’ê Adarê. Gelê Kurd wê ji qadên Newrozê bersiva 31’ê Adarê bide. Ruhê Newrozê sembola azadiya jinan û gelê Kurd e. Newroz tê wateya aştî û hêviyê. Newroz sembola yekîtiya civakî ye. Di Newrozê de em ê bi van peyaman li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin. Cejna Vejînê li hemû gelan pîroz be. Bila bibe sedema aştî, bidawîbûna tecrîdê, yekîtî û azadiya gelê me.”