Agahî ji endamên dîplomasiya Mexmûrê nîne

Endamê dîplomasiyê Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî yên ji 13’ê Hezîranê ve ji bo nexweşxaneyê çûbûn bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Îstixbarata PDK’ê 'Parastin' ve hatibûn girtin. Hîn jî agahî ji wan nîne.

Endamê Dîplomasiyê ya Wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî ev bû 18 roj ti agahiyek jê nehatine girtin.

Malbat û rêveberiya wargeha Mexmûrê ji bo agahiyek ji aqûbeta van kesan bizanin heta niha li gel Odeya Neteweyên Yekbûyî ya Siyasî ya Hewlêr, Xaca Sor a Serbixwe, dîsa di asta rêveberiyên herêmî û aliyên peywendîdar ên Bexdayê civiyane, lê heta niha ji aqûbeta wan ti agahiyek nehatiye girtin. Ev jî ji bo malbatan rê li ber fikarên mezin vedikin.

Dîsa rêveberiya wargehê ji bo bikarin zûtirî dem agahiyek bigirin serî li Dadgeha Navçeya Mexmûr dane ku agahiyek bigirin, li ser vê yekê agahî hatiye dayîn ku divê serlêdana Dadgeha Hewlêr û Dihokê bikin. Niha jî di çarçoveya serlêdanê de xebatên hiqûqî tên kirin.

Herî dawî malbatên girtiyan; endamê Dîplomasiya Mexmûr Bêwar Emîn Tahir, Osman Nadir Hacî, Serhat Elî Mûstefa, Salih Ebdullah Nezîr û Mûsa Silêman Ehmed ji bo agahiyek werbigirin serî li Xaça Sor a Serbixwe dan. Di civînê de malbat û Midûra Karê Giştî ya Girtîgehan a Dihok, Silêmanî û Hewlêr Rîhan Beşîr axivîn. Malbatan di civînê de daxwaz ji Midûra Karê Giştî ya Girtîgehan Rîhan Beşîr kir ku li ser aqûbeta zarokên wan ên winda û girtî agahiyek bidin û zextê li hikûmeta Herêmê bikin ku rewşa wan zelal bibin.

Ji ber ku heta niha di derbarê endamê karê Dîplomasiyê Bêwar Emîn û Osman Nadir Hacî de ti agahiyek nehatiye dayîn. Girtiyên bi navê Serhat Elî Mûstefa, Salih Ebdullah Nezîr û Mûsa Silêman Ehmed ji aliyê Asayîşa Dihokê ve agahî hatiye dayin ku ji aliyê wan ve hatine girtin û radestî Asayîşa Giştî ya Hewlêrê kirine.

Midûra Karê Giştî ya Girtîgehan Rîhan Beşîr diyar kir ku di warê hiqûqî de ne xwedî wê rayeyê ne ku bikarin zextê li Hikûmetê bikin, girtiyan an bidin berdan an jî li kû ne. Ji bo wê Beşîr diyar kir ku li ser agahî û delîlên şênber dikarin biçin serdan li navendên peywendîdar bikin û li gorî wê bikarin agahiyek parve bikin. Li ser vê yekê Midûr Rîhan Beşîr anî ziman ku di çarçoveya agahî û delîlên hûn pêşkêş dikin, wê serlêdan li girtîgehan bikin û li ser rewşa kesên ku we navê wan diyarkirî lêkolîn bikin û li gorî wê çi bê xwestin bikin. Reşîd diyar kir ku derbarê Bêwar Emîn Tahir û Osman Nadir Hacî de heta delîlek şênber nebe nikarin tiştekî bikin. Ji ber ku li gorî hiqûq kar divê li ser agahiyeke piştrast bikarin biçin li girtîgehan lêkolîn bikin û bikarin bi rayedarên girtîgehan re bicivin. Her wiha Midûra Giştî ya Girtîgehên Herêma Kurdistanê Rîhan Reşîd dosyayeke ku nasname û demboriya welatiyên wargehê li xwe digire ku ji aliyê malbatan ve hatiye nivîsandin, amade kiriye û li gorî wan agahiyan wê bikevin nava hewldanan.

Tevî ku Asayîşa PDK’ê ya Dihokê ragihandibû ku welatiyên bi navê Serhat Elî Mûstefa, Salih Ebdullah Nezîr û Mûsa Silêman Ehmed ji aliyê wan ve hatiye girtin û radestî Asayîşa Giştî ya Hewlêrê kirine, lê heta niha agahiyek zelal ku ji aliyê Asayîşa Giştî ve bê piştraskirin ku ev kes li gel wan e nehatiye dayîn. Her wiha aqûbeta Bêwar Emîn Tahir û Osman Nadir Hacî ji roja hatî girtin û heta niha nayê zanîn.

Her roja diçe fikarên di derbarê van kesan de zêdetir dibe.

Linkên nûçeyên derbarê wê de: