Agahî ji 12 kesên li Bradostê leşkerên Tirk revandî nayê girtin

Agahî ji 12 ciwanên ku dewleta Tirk ji herêma Bradost a Hewlêrê revandin, nayê girtin.

Sê rojin 12 ciwanên devera Bradost ya ser bi parêzgeha Hewlêr, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare. Hikûmeta Herêmê jî li ser mijarê bêdenge.

Roja 15’ê Nîsanê dema serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep re di civînê de bû, artêşa Tirk a dagirker 12 welatiyên Herêma Kurdistanê di nav xaka Başûr de girt  û hejmarek hespên welatiyan jî kuştin. Herwiha di dema girtinê de welatî êşkence kirin.

Kesên hatine girtin, xelkê gundên Dîla, Malmaluk û Mîdan ên ser bi bajaroka Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê ne.

Duh Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw derbarê girtina welatiyan de gotibû: “Saziya Peywendiyên Derve ya Hikumeta Herêmê, bi aliyên peywendîdar yên dewleta Tirk re, di nava têkiliyê dene û derbarê destgîrkirina welatiyan de lêkolînê dikin. Ti sedemek nînin ku xelkê sivîl li herêmê bibin qurbanî.”

3 roj di ser girtina wan welatiyan re derbas dibe, çarenûsa wan nediyare. Ji bilî daxuyaniya waliyê Hewlêrê ku ew jî li ser pirsa rojnamevanekî bersiv da, ti berpirsek din ên Hikûmeta Herêmê û partiyek din ên Başûr li ser mijarê ne axivîne û helwest nîşan nedane.