Abdullah Ocalan: Bes e êdî ji hevkariya bi dijmin re

Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya beriya niha de işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re kiribû û gotibû, "Kinc ê PDK'ê ye, lê kesê di nav de kontrayên dewleta Tirk e." Ocalan gotibû, ew ê dawî li vê xizmeta ji dijmin re bînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de li ser hevpariya PDK'ê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re wiha axivî bû:

"Divê Kurd hemû zanin ku ev şerekî PKK û PDK'ê nîne. Her çend ev şer li Başûr, qaşo li herêma PDK'ê diqewime jî li wê derê Tirkiye heye. Kinc ê PDK'ê ye, lê kesê di nav de kontrayê dewleta Tirk e. Niha tê dîtin ku îrade bi temamî di destê yekîneyên şerê taybet ê dewleta Tirk de ye. Şaş e ku mirov nirxandineke welê bikin ku weke îradeyeke PDK'ê heye.

Îro hemû pereyên ji PDK'ê tên Tirkiyeyê li ser kuştina PKK'ê têne dayin. Tevî van hemûyan eger tê gotin ku PDK di nava îradeya Kurdan de xwedî cihekî ye, eger tê gotin 'PDK jî rêxistineke Kurd e' tişta ez ê bêjim wiha ye: Bila ji yekîneyên Tirk re nebin alîkar. Bila wan seferên berfireh ên tunekirinê li dijî me nekin, di vê mijarê de bila baweriyê bidin, em ê dîsa vî şerî nekin. Lê belê ilehî dixwazin me ji hole rakin, em ê bi rengekî bêhempa li ber xwe bidin, mîna ku me heta niha li ber xwe dan.

Em ji vê re jî nebêjin 'Şerê li dijî PDK'ê. Li holê şerekî tunekirinê heye ku bi tevlîbûna her cûre hêzên emperyalîst tê meşandin. Lewma em di nava xweparastineke jiyanî de ne. Bi sedan sal in, xistina ji hêzê, parçekirin, rêvebirina bi rêbaza herî ketî nexweşiyeke ji kanserê jî xerabtir e ku nêzîkatiya xiyanetê li nava tevahiya gelê Kurd belav kiriye.

Xiyaneta navxweyî ya Kurdistanê xizmeta xwe ya dawî dike, ji dijmin re. Em dixwazin vê xizmetê bisekinînin. Hesabpirsîna me bûye gava dawî ya hesabpirsîna dîrokî. Di vê hesabpirsîna dîrokî de hêzên gel ku ev jî dibe para PKK'ê, wê bi ser bikevin.

Jiyan li vî welatî ya wê bi cihgirtina li nava vî şerî û piştevaniya vî dewam bike, ya jî wê bi dijmin re dewam bike. Meşa bi dijmin re bi têra xwe dewam kiriye, dibêjim êdî bes e. Bes e ji vê hevkariya bi dijmin re. Divê hin rêxistinên Kurd ên bêferaset, nêzîkatiya xwe deynin aliyekî. Kar ji niha û pê ve li Kurdistanê wê bi vî rengî bimeşe. Ji bilî vê ne jiyan qebûl dike, ne jî em qebûl dikin."