Abdulkerîmê ku xwe dispêrê dewletê!

Ligel ku gelê Sêrtê û rêxistinên civakî yên sivîl gelek caran îtîraz kirin jî avahiya li Sêrtê dike biqede. Muteahîtê avahiyê jî Abdulkerîm Dayan e.

Dewleta ku qetlîam, komkujî û gorên komî qebûl nake û wekî mînaka li Newala Qesaba dixwaze veşêre û bide jibîrkirin.

Li herêma Botanê bi taybetî piştî sala 1984’an bi sedan sivîl û gerîlayên ku hatibûn qetilkirin, bi komî hatin veşartin. Gelek kesên ku ji malên xwe hatibûn destgîrkirin û an jî kolanan hatibûn revandin, bêyî ku wan veşêrin avêtibûn ser çopê. Newala Qesaba ku bi salan e dibe mijara pirtûk, çîrok û stranan, yek ji wan cihan e ku kesên hatine qetilkirin li vir hatine veşartin. Li Newala Qesaba tevî Ermenî û Keldaniyên di sala 1915'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qirkirin, herî kêm 300 Kurdên ji sala 1984'an û vir ve hatin qetilkirin jî hatine veşartin. Li vir cenazeyê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û cenazeyê yekemîn meleyê ku tevlî PKK’ê bûye Mehmet Oktay jî heye.

Cenaazeyên Ermenî û Keldaniyên ku ji sala 1915’an û vir ve hatine qetilkirin û di salên 1980-90’an de bi taybetî Kurdên ku rastî binpêkirinên giran ên mafên mirovan hatin, bi darê zorê hatin windakirin, di encama êşkence û kuştinên kiryar nediyar hatine qetilkirin, li Newala Qesaba ye. Newala Qesaba bi qasî 405 donim e û di navbera Taxa Nû û Taxa Kooperatîfê ya Sêrtê de ye.

PIŞTÎ SÛÎKASTÊ KES NÊZ NEBÛ

Beriya hilbijartinên giştî yên sala 1991'an sûîqestek hat kirin ku weke tolhildana PKK'ê hat qebûlkirin. Mahmut Çalapkulu yê ji ANAP'ê ku dema cenaze li Newala Qesaba hatin definkirin şaredar bû, li mala xwe hate qetilkirin. Bi şev dema li deriyê mala wî ket û wî derî vekir, çalakvanan gule rê reşandin. Çalapkûlûyê ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya mir. Piştî vê sûîkastê kesî nexwest ji bo Newala Qesaba destûrê îmarê bixwaze.

BERÊ RÊ HATE ÇÊKIRIN Û PIŞTRE JÎ AKADEMIYA POLÎSAN

Dewletê ji bo rê li ber çêkirina avahiyan veke berê di nava wê de rêyek vekir. Dema ku koma Fethûllah Gulen çalak bûn, destûr hate dayîn ku li vir Akademiya Polîsan were avakirin.

Dewlet her çendî dixwest li Newala Qesaba avahiyan çêbike jî, ji bo lêkirina avahiyan muteahît nedidît. Muteahîtên Ereb ku li Sêrtê gelekî dewlemend bûn jî, ji ber ku rêzdarî nîşanî vir didan, nexwestin li vir avahiyan çêbikin. Piştî ku hikûmeta AKP-MHP'ê di sala 2015'an de careke din li dijî Kurdan şer îlan kir, muteahîtên nêzî xwe yên "bi eslê xwe Kurd" peywirdar kir. Ji bo projeya nû tabelayek ku hûrguliyên projeyê tê de heye, li ber deriyê çem hat daliqandin. Abdulkerim Dayan û Niyazî Yilmaz bi şîrketa xwe ya bi navê 'War' dest bi çêkirina bi dehan vîlla, avahiyên 8 qatî û birka avjeniyê kirin.

ABDULKERÎM DAYAN KÎ YE

Dema qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê bû, Abdûlkerîm Dayan endamtiya xwe ya AKP'ê fermî kir. Di sala 2016’an de bû rêveberê navçeyê yê AKP’ê. Bi vî awayî zêdetir ser xwe çû. Ji bo bendavê bi zora dewletê erdên gundên xwe bi berdêleke erzan da. Bi desteka dewletê li dijî gundiyan li jêrî gundê Bîlgîyê yê Dihê bendava Dihê çêkir.

Di berdêla avakirina avahiyên li Newala Qesaba de jî gelek îhale ji dewletê stend. Kalekola Dogan a Berwarî, Rêya Berwariyê, Rêya Gureş a Sêrtê, Avahiya Hikumetê ya Dihê.

Dema serokkomar Erdogan û wezîr hatin Sêrtê jî wî xwe da ber mesrefên xwarinê. Ji ber vê jî îhaleya karên paqijiyê yên şaredariya Sêrtê ya di bin rêveberiya qeyyûm dan wî.  

Abdulkerim Dayan bi Suleyman Soylû, Alîkarê Midûrê Emniyeta Sêrtê yê berê Nîhat Ozen û Midûrê Weqfê yê berê Saît Sancar re jî dida û distend. Di serdema Saît Sancar de piraniya erdên weqfê yên li bajêr dane wî. Dayan her wiha yek ji vîllayên li Newala Qesaba wekî diyarî da Saît Sancar, Serokê Bajêr ê AKP'ê Ekrem Olgaç û Parlementerê AKP'ê yê berê Osman Oren ku li Enqereyê kar û barên wî dimeşand.

LI KATÊ QAÇAX ‘KÊF Û ŞAHÎ’

Abdulkerîm Dayan ligel ku ne li gorî îmara bû, li ser rêya Dihê benzînxaneyek vekir. Paşê di heyama qeyûm de destûra îmarê stend lê katê dawîn ê benzînxaneyê qaçax e. Wê derê bi şev wekî cihê ‘kêf û şahiyan’ bi kar tîne, burokratên dewletê û rêveberên AKP’ê diezimîne. Walî û alîkarên wî, rayedarên MÎT'ê, Midûrê Emniyetê û alîkarên wî, Serokê Bajêr yê AKP'ê Ekrem Olgaç û endamên çeteyên bi navê Tîma Xençer jî her dem tên vir.

DEWLET WÎ DIPARÊZE

Abdulkerîm Dayan herî dawîn cihê ku bi sedan esnaf lê bûn, ji weqfê stend û bi zora polîsan ev der da valakirin. Dayan ji ber tirsa ji gel, tevî parêzvanên xwe yên polîs digere. Dayan bi wesayîtên zirxî tê parastin û gelek aliyên din hene ku Dayan xwe dispêre wan.