Ûyar ê DBP'î: Biryara hucreyê tê wateya înfazê

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Çetîn Ûyar êşkence û înfazên li girtîgehan nirxand û diyar kir ku piştî Bekîr Bozdag bû Wezîrê Edaletê zext û zordariya li girtîgehan zêde bû.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Wanê Çetîn Ûyar polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zexta li girtîgehan ji ANF'ê re nirxand.

Ûyar got, "Tecrîda ku 23 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan belav bûye" û diyar kir ku tecrîd ne tenê li girtîgehan di heman demê de li ser tevahiya civakê tê bicihanîn.

CEZAYÊ HUCREYÊ DI BIN NAVÊ KARANTÎNAYÊ DE

Ûyar bal kişand ser rê û rêbazên êşkenceyê yên li hemberî girtiyên nexweş û anî ziman ku êşkence ne tenê fîzîkî ye, bi rêbazên cuda tê kirin û işaret bi desteserkirina pirtûkan, lêgerîna tazî, qedexekirina axaftina bi telefonê û hevdîtina bi malbatê re kir. Ûyar got, "Di encama van hemûyan de saleke li girtîgehan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di dema şewbê de rêveberiya girtîgehê, Wezareta Edaletê maske, malzemeyên hîjyenê nedan girtiyan. Di nava van şert û mercan de hevalên me yên ku bi nexweşiya Covîd-19 ketin, di vegera ji nexweşxaneyê de di bin navê karantînayê de cezayê hucreyê yê 14 rojan lê hate birîn. Hevalên me li wê derê ji ber tansiyonê, krîza dil dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Berpirsyarê mirina van mirovan Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê ye. Biryara hucreyê ya 14 rojan biryareke înfazê ye."

GIRTIYÊN NEXWEŞ NABIN DOKTOR

Ûyar anî ziman ku girtiyên nexweş nabin doktoran, bi vî rengî mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin û got, "Em dibînin ku sîstem, dewlet, hikumeta AKP'ê giraniyê didin ser girtîgehan. Ez jî ji malbata girtî me û bi mehane nikarim kurê xwe bibînim. Me ev rewş qebûl nekir, em qebûl nakin, em ê qebûl nekin."