Ûçar: Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin

Li dijî desteserkirina mafên parêzeran, Baroya Wanê jî tevlî meşa ber bi Enqereyê ve bû. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûça got, "Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin."

Li dijî guhertina ku desthilatdariya AKP'ê dixwaze bike; li her bajarî gelek barok bên avakirin, sîstema hilbijartinê ya baroyan bê guhertin û maf û erkên di xalên 76 û 95'an ên qanûna têkildarî parêzeran kêm bike, ji çar aliyên welêt baroyan ber bi Enqereyê ve doh dest bi meşê kirin.

Parêzerên Baroya Wanê jî li pêşiya edliyeyê li hev kom bûn. Parêzeran piştî daxuyaniya çapemeniyê bi pankarta bi nivîsa "Azadî ji parastinê re", "Em jiyanê diparêzin", "Edalet ji bo her kesî" û Bes e ji darizandina bi erkên taybet re" heta navçeya Artemêtanê meşiyan. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî di nav de bi sedan parêzarn dest bi meşa ber bi Amedê ve kirin.

'EM GUHERTINÊ QEBÛL NAKIN, HETA KU ENCAMÊ WERBIGIRIN EM Ê ÇALAKIYAN BIKIN'

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar li ser meşa xwe ya ber bi Enqereyê ve ji ANF'ê re axivî û got, "Em îro ji avahiya edliyeyê heta navçeya Artemêtanê meşiyan. Em ê li Amedê li hev kom bibin û tevlî bernameyekê bibin. Êvara Yekşemê jî em ê bigihêjin Enqereyê."

Ûçar diyar kir ku ji bo "Dadgeriya serbixwe ew dimeşîn" û got, "Em ti guhertina ku bêyî ji baroyan bê pirsîn bê kirin, qebûl nakin. Heta ku pêşnûme qanûn bê betalkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin. Em bang li raya giştî dikin ku di vê mijarê de berpirsyar bin."