Şoreş: Pêngava 15’ê Tebaxê şoreşa di nav şoreşê de ye

Rihê 15’ê Tebaxê lêgerîna heqîqet û evîna jiyana azad ya gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Nûnertiya tevgerekî şoreşgerî ya cîhanê kir. Ev tevger ji wê rojê heya îro û bi taybet li Heftanînê berxwedaneke dîrokî raber kir ku wesfa wê nayê kirin

Rihê 15’ê Tebaxê hemû hucreyên têkoşîna şoreşgerî li Kurdistanê zindî kir. Îro li Heftanînê ev rih mezin dibe.

Gerîlayê Kurd Rûmet Hêvî Şoreş bal kişand ser pêngava 15’ê Tebaxê û bandora wê di têkoşîna rizgariya Kurdistanê û wiha anî ziman: ‘Di serî de bi rihê 15’ê Tebaxê ku di kesayeta Fermandar Egît de vejîya, li Rêbertiya me, li hevalên zindanan û li hemû tevgerên şoreşger pîroz dikim. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê weke destpêkirina têkoşîna leşkerî li hemberî desthilatdarî û koletiyê ye. Ji vê zêdetir ev pêngav hemû hest û nirxên mirovî ku li seranserî dîrokê hatine qezenckirin nav xwe de digre û di şexsê têkoşîna gelê Kurd de nûnertiya xwe di vê serdemê de dike. Çawa ku mirovahî li nav civaka xwezayî de nirx afirandin û xwedî lê derket, û jiyanekî azad û demokrat ava kir di kesayeta fermandarê mezin rêheval Egît de jî ev nirx vejiya. Ev nirx jî nûnertiya têkoşîna gerdûnî digire nav xwe. Pêngava 15’ê Tebaxê bi vî awayî cihê xwe nav refên gerîla digire, xwedî cihekî bîrdozî û felsefî ye.

NIRXÊN 15’Ê TEBAXÊ LI HEFTANÎN ZINDÎ DIBE

Îro jî em dibînin ku berxwedana Cenga Heftanîn weke berdewamiya pêngava 15’ê Tebaxê di alî parastina nirxên mirovahiyê li hember êrîşên dagirker ku hegemonya cîhanî dide îfade kirin vala derdixe. Van êrîşên li ser herêma Heftanîn pêk tên ne êrîşên ji rêzê ne lê belê van nirxên ku me anî ziman hedef digire û hewl dide ku tune bike. Ev berxwedan vîna şervanên azadiyê li hember hemû cûreyên pêşketî yên teknîka dijmin dide îfadekirin. Ango yê ku li Heftanînê bi ser dikeve hêza însan e. Ew însanê ku bi fikrê Rêberê têkoşîna azadiyê Rêber Apo bûye yek û bi rihê xwe bexşiyê serwerbûyî. Ji ber vê yekê dijmin çiqas êrîş dike, emê hemû êrîşên wan bihêlin bi serê wan de bibe bela û di nav xwe de tengav bibe.

GERÎLAYÊN MODERN HEWLÊN DIJMIN PÛÇ KIR

Gelê Kurdistan û tevahî gelên têkoşer û tevgerên şoreşger li cîhanê dizanin ku ev berxwedanî û serkeftina wê tê wateyê şikandina faşîzmê ku îro rejîma AKP-MHP nûnertiya wê dike. Dîsa nîşan dike ku dijmin ketiye rewşeke li ber tunebûnê, ji ber vê yekê li her derê êrîş dike. Îro ew tengasî û windahiyên di nav dijmin de çêdibin ji bo wan weke mesajeke ku wê ji îro şûnde bi rehetî tevnegere. Êdî gerîla bi şêwazê xwe ya modern wê dersen giran bide dagirkeran ku ji vir û şûnda dijmin wê nikaribe li hember Gerîla li ber xwe bide.           

GERÎLA HÊZEKE ŞOREŞGER YA CÎHANÎ YE

Rihê 15’ê Tebaxê lêgerîna heqîqet û evîna jiyana azad ya gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Nûnertiya tevgerekî şoreşgerî ya cîhanê kir. Ev tevger ji wê rojê heya îro û bi taybet li Heftanînê berxwedaneke dîrokî raber kir ku wesfa wê nayê kirin. Çawa ku 15’ê Tebaxê serkeftin û bingeha têkoşîna çekdarî û rihekî şoreşgerî di nav gelê me de ava kir îro jî berxwedana Cenga Heftanînê berdewamiya vê yekê dike. Tarzê ku tê rêvebirin wê ne tenê li Heftanîn, wê li tevahî Kurdistanê rejîma faşîst ya AKP-MHP birûxîne.”