Şîmel Çam: Rewşa bavê min xeternak e, nikare li girtîgehê jiyana xwe bidomîne

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Emîn Çam ê 73 salî di nava hefteyekî de du caran xirap bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Keça wî Şîmel Çam destnîşan kir ku rewşa bavê wê xeternak e û nikare jiyana xwe li girtîgehê bidomîne.

MEHMET EMÎN ÇAM

Girtiyê nexweş Emîn Çam ê 73 salî yê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’ê ya Beşîrî ya Êlihê tê girtin, şeva 16’ê Nîsanê krîza dil derbas kir û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Çam piştî anjiyoyê di beşa lênerîna awarte de hat dermankirin. Rewşa nexweşê giran Çam ku ji yekê zêdetir nexweşiyê wî hene, di 10’ê Nîsanê de xira bibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Çam piştî ku li vê derê şevekî hat girtin, di 11’ê Nîsanê de careke din şandin girtîgehê. 

Keça wî, Şîmel Çam ragihand ku gelek nexweşiyên bavî wê hene û destnîşan kir ku nabe dermankirina wî di nava çar dîwaran de were kirin. Çam wiha got: “Bavê min cara duyemîn krîza dil derbas dike. Ewil wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Beşîrî. Piştre ketine ferqê ku krîza dil derbas dike, ji ber vê anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Bijîşkan vê sibehê anjiyo kirine, lê li gorî ragihandina bijîşk du damarên din ên girtî hene. Hewl didin wan jî bi dermanê vekin. Bijîşkan gotin ji ber ku bavê min bi temen e, tenê mudaxaleyê damerek wî kirine. Di heman demê de bijîşk ji parêzerê re jî wiha gotiye, ‘Qet ne rast e ku ev kes di nava çar dîwaran de bimîne.’ Bijîşk berê jî heman tişt gotibû.

Em wekî malbat ji ber vê rewşê bi fikar in. Duh hevdîtina vekirî hebû, diya min çûbû hevdîtina vekirî. Bavê min ji diya min re gotiye rewşa wî ne baş e û milê wî teviziye. Jixwe milê çepê bi felç e û di mejiyê wî de ur heye. Bijîşkan diyar kiribûn ku urê di mejiiyê wî de mezin bûye û sê damar jî hatine girtin. Beriya çend rojan dîsa rakiribûn nexweşxaneyê. Birine norolojî, kardiyoloji û fîzîkê, 24 saet li nexweşxaneyê maye. Tevî vê jî dîsa birine girtîgehê.” 

‘TU SERLÊDANÊN ME NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Şîmel Çam diyar kir ku dema berê bavê wê rakirine nexweşxaneyê ti agahî nedane wan û destnîşan kir ku xizmên wan li ber çavan terkî mirinê dikin û wiha got: “Rapor ji bo Saziya Tîpa Edlî hatin dayîn. Daxwazname ji Serokomarê re hate nivîsandin. Gilî ji CIMER’ê re hat şandin. Parêzerê wî jî got ku ew ê sibê dîsa serlêdanê bike. Lê serlêdanên me her tim tên redkirin. Tevî nexweşîna wî jî redkirina serlêdanan me bi fikar dike. Xizmên me terkî mirinê dikin.

Mînak beriya du rojan wî anîne nexweşxaneyê, lê dîsa birine girtîgehê. Tevî ku bavê min rakirine nexweşxaneyê jî agahî ji me re nehatibû dayîn. Îro jî nizanim êdî çawa bûye dibe ku ji ber bertekên berê vê ne, agahî dan. Berê agahî nedidan. Em dibînin ku tu girtî di nava çar dîwaran de nikare were dermankirin û jiyana xwe bidomîne. Ji ber ku tu başbûn tune ye û em bi fikar in.”