Şêx Seîd û hevalên wî hatin bîranîn

Şêx Seîd û 46 hevalên wî li qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin bîranîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) jî di nav de nûnerên partiyên siyasî û hêzên ked û demokrasiyê, her wiha endam û rêveberên Komkeleya Çand û Piştevaniyê ya Perwerdeyê ya Şêx Seîd, li Amedê li qada Deriyê Çiyê li cihê ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29'ê Hezîrana 1925'an de hatin darvekirin, hatin bîranîn.

Neviyê Şêx Seîd û wasîsê wî Mehmet Kasim Firat li bîranînê axivî û diyar kir ku bi siyaseta înkar û tunekirinê hewl tê dayin ku Kurd bêne tunekirin. Mehmet Kasim Firat got, "Em li ser şopa we ne. Yên ku zilm li Şêx Seîd û hevalên wî kirin, yên ku ew qetilkirin; em wan şermezar dikin. Lanet li wan kesan bê yên ku siyaseta înkar û îmhayê dimeşînin. Şêx Seîd rêberê me ye. Em ê li ser şopa wan bin."

'DIXWAZIN BERXWEDANA WAN A MAFDAR BIDIN JIBÎRKIRIN'

Bi navê Komeleya Şêx Seîd û Hevrêyên Wî Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya daxuyanî da çapemeniyê. Kaya diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî beriya niha bi 97 salan li ber zext, zilm, înkar û tunekirinê rabûn û bi bîr xist, tevî ku 97 sal di ser berxwedana 1925'an re derbas bûne jî cenazeyên Şêx Seîd û hevalên wî radestî malbatên wan nehatine kirin. Kaya got, "Bi nedana cenazeyan re dixwazin hem pêşî li berxwedana wan a mafdar bigirin hem jî nehêlin xwedî li bîranîna wan bê derketin." Kaya xwest, cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bêne eşkerekirin.

Bi navê Partiyên Tifaqa Kurdistanî Sînan Çîftyurek axivî û got, "Hîn jî gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî nediyar e. Gorên Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û gelek kesên mîna wan nîne. Em ê xwedî li dozên wan derkevin." Çîftyurek bang li wan partiyan kir ên ku têne Amedê û têkildarî pirsgirêka Kurd serdanan dikin, "Cihê gorên bi hezaran kesî eşkere bikin."