Şewata li Şemzînanê gihişt gundan

Hefteya borî li Şemzînanê dîmenekî leşkeran derketibû holê ku leşkerekî ku debokê benzînê di destê wî de bû, agir bi daristanekê dixist. Şewata ku du roj berê dest pê kir, îro gihiştiye gundan.

Şewata li Çiyayê Gomanê ya gundê Nêrkola ya Şemzînanê didome. Şewata ku du roj berê dest pê kir, belav dibe. Gelê herêmê diyar dike ku heke şewat neyê tefandin û xetereyek mezin li ser gundan çêbibe.

Gel diyar dike ku ew dixwazin şewatê bitefînin lê leşker wan asteng dike û banga lezgîn kir. Gundiyan diyar kirin ku li daristanê dengê çekan hatiye û piştre şewatê dest pê kiriye.

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Seîd Dede diyar kir ku gundiyan rayedar agahdar kirine lê mudaxeleyî şewatê nehatiye kirin. Dede bal kişand ser vî tiştî ku gelê li herêmê dema xwestiye biçe şewatê bitefîne, hatiye astengkirin.

Dede got ku “Ligel ku haya îtfaiyeyê jî hatiye çêkirin, şewat nayê tefandin. Ji ber ba jî şewat zêdetir dibe. Şewat a niha nêzî cih û warên gundiyan bûye û destûr nayê dayîn ku şewat were tefandin. Heke ji hewayî şewat neyê tefandin wê xetereyeke mezin li ser cih û warên gundiyan bibe.”

Serokê Yekîtiya Esnaf û Sanatkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn jî li qada şewatê ye û diyar dike ku şewat gurtir dibe. Tekîn got “Şewat nêzî cih û warên gel bûye. Divê ji hewayî ve şewat were tefandin. Divê raya giştî şewata li Şemzînanê têxe rojevê.”