Şervanên QSD'ê bi gaveke din nêzî navenda Reqayê bûn
Şervanên Xezeba Firatê gundê Sehlebiyê ji çeteyan rizgar kirin. Li bajarokê Hemrat Nasir şer didome. Di şerê 2 rojan de 31 çete hat kuştin.
Şervanên Xezeba Firatê gundê Sehlebiyê ji çeteyan rizgar kirin. Li bajarokê Hemrat Nasir şer didome. Di şerê 2 rojan de 31 çete hat kuştin.
Qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê dewam dike.
Şervanên QSD'ê duh û şevê din pêşdeçûna xwe berdewam kirin û li bakur rojavayê Reqayê gundê Sehlebiya Xerbî ji çeteyan paqij kirin.
Li baskê rojhilat jî li bajarokê Hemrat Nasir ku duh beşek jê hatibû rizgarkirin şer didome. Gundê Hemrat El-Belsim ê nêzî bajarokê Hemrat Nasir hate dorpêçkirin.
Di şerê 2 rojên dawî de 31 çete hatin kuştin û termê 11 çeteyan ketiye destê şervanan.
Di lêgerîna li gundên Sehlebiya Şerqî û Xerbî de hawanek 120 mm û hawanek 80 mm, balafirek Drone ya keşfê û çekek sekvaniyê ket destê şervanan.
Bi rizgarkirina herdu gundên Sehlebiyê, di navbera şervanên QSD'ê û navenda Reqayê de mesafeyeke kurt ma. Bendava Baas 21 km li başur rojavayê Reqqayê dikeve û sêyemîn bendava mezin a Suriyê ye.