Şervanê YBŞ’yî Rojhilat Siba di qezayekê de jiyana xwe ji dest da

Fermandariya YBŞ’ê daxuyand ku şervanê bi navê Rojhilat Siba di  21.06.2017’an de li gundê Mehdîbanê dema erka xwe pêk dianî di qezayekê de gihişt karwanê şehîdan.

Fermandariya YBŞ’ê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku şervanê bi navê Rojhilat Siba di 21.06.2017’an de li gundê Mehdîbanê dema erka xwe pêk dianî di qezayekê de gihiştiye karwanê şehîdan.

Di daxuyaniya YBŞ’ê de ev tişt jî hatin destnîşankirin.

“Rêheval Rojhilat yek ji hevalan bû ku ji bo bersivê bide ferman û êşên gelê Êzidî di sala 2015’an de tevlî nava refê YBŞ’ê bû. Ew jî yek ji qehremanê gelê Êzidî bû. Ji bo ku bibe bersiva ferman û xwedîderketina li nirxên Êzidî, hevalê Rojhilat her erkê ku dikeve li ser milê xwe, bi awayekî serkeftî pêk dianî. Bi vî awayî li hemberî êrîşên hovane ên çeteyên DAIŞ’ê xwe pêş xistibû û heta roja dawî ya şehadetê jî bi awayekî fedakarî erkê xwe yê şoreşgerî bi cih anî.

Ji sala 2015’an heta niha rêheval Rojhilat xwediyê berpirsyariyeke mezin, fedakar û wêrek bû. Heta roja xwe ya dawî jî di nav YBŞ’ê de roleke aktîf lîst.

Em di şexsê rêheval Rojhilat yek ji nirxekî girîng a gelê me yê Êzidî ye yê ku xwediyê gelek qehreman û wêrekan e, di serî de hemû pakrewanên qehreman ên ku li Şengalê şehîd ketine bi bîr tînin û ji bo malbata wî ya bi nirx û tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Di şexsê rêheval Rojhilat Siba de em ê heta serkeftinê nirxên têkoşînê yên şehîdên xwe biparêzin ên ku wan ji me re mîras hiştine.

Nasnameya hevalê me wisa ye:

Nasnav: Rojhilat Siba

Nav û Paşnav: Qasim Hisen Reso Xelef

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Til Kasap/ 1991

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Şengal /12.06.2015

Cih û Dîroka Şehadetê: Mehdîban /21.06.2017”