Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê şehîd bû

Şervana Îngilîz Anna Campbell a li nava refên YPJ'ê şer dikir, li Efrînê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk şehîd bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPJ'ê hatin girtin, ji ber bomberdûmana 16'ê Adarê ya balafirên şer ên Tirk ku li konvoyekê hate kirin, Campbell a 26 salî şehîd bû.

Komuna Enternasyonal a Rojava li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Hevrêya me Hêlîn (Anna Campbell) li Efrînê di nava refên têkoşînê de şehîd bû. Em ê wê her tim bi wêrekî û ruhê berxwedêr ê qewîn bi bîr bînin."

Anna Campbell ku ji bajarokê Lewes ê East Sussexê ye, şehîda yekemîn a şervanên jin ên Îngilîz ên enternasyonalîst e ku li Rojava şehîd bû.

Bavê Campbell Dirk Campbell ji rojnameya Guardian re axivî û got, "Ew jineke bedew û dil bi evîn bû." Campbell destnîşan kir ku keça wê miroveke welê bû ku ji bo afirandina cîhaneke jê bawer dike dikarîbû her tiştî bike.

Campbell ji bo keça xwe Anna wiha got, "Anna jineke îdealîst, cidî û ji dil bû. Dixwest cîhaneke hê baştir biafirîne. Dema ew hate kuştin, wê şer nedikir. Li dijî dagirkeriya Tirk di rewşa parastinê de bû."

Campbell destnîşan kir ku keça wê jiyana xwe di gorî têkoşîna li dijî neheqiya yên xurt û bi îmtiyaz kiriye.

Dayika Anna Adrienne Campbell beriya niha bi pênc salan ji ber kansera pêsîrê jiyana xwe ji dest dabû. Adrienne yek ji aktîvîsta navdar a mafên mirovan a li Îngilîstanê bû.