Şertê nû yê DYE'yê ji bo vekişînê: Divê Tirkiye êrîşî Kurdan neke

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYE'yê John Bolton, ji bo vekişîna leşkerên Emerîkî şertekî nû eşkere kir û ji Tirkiyeyê xwest ku êrîşî Kurdan neke.

John Bolton ji roja Şemiyê û vir ve li Îsraîlê ye. Tê payin roja Duşemê serdana Tirkiyeyê bike û bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din ên Tirk re rûnê.

Bolton piştî hevdîtinên li Qudsê daxuyanî da û got, "Qet nebe, divê Tirk yekîneyên me nexe nava metirsiyê, lê di heman demê de bersivê bide daxwaza Serok (Trûmp) ku dixwaze hêzên mûxalîf ên Sûriyeyê yên li gel me têkoşiyan nekevin metirsiyê û nekeve nava hewldanên leşkerî yên ku DYE bi temamî qebûl nake û bi DYE re ne koordîneyî ne."

HETA KU JI BO EWLEKARIYA YPG'Ê BI TIRKIYEYÊ NEYÊ LIHEVKIRIN...

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYE'yê Donald Trûmp got, heta ku ji bo ewlekariya YPG'ê bi Tirkiyeyê re li hev neyê kirin wê venekişin.

TRÛMP: EM DIXWAZIN KURDAN BIPARÊZIN

Serokê DYE'yê Trûmp roja Çarşemê soza parastina Kurdan dabû. Trûmp gotibû, "Em dixwazin Kurdan biparêzin, lê naxwazin timî li Sûriyeyê bimînin. Ew der xîz e, mirin e."

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo 3'ê Çileyê roja Pêncşemê gotibû, "Nekuştina Kurdan bi destê Tirkan" beşek ji mîsyona Emerîkayê ye. Pompeo ji malpera Newsmaxê re axivî bû û gotibû, "Nekuştina Kurdan bi destê Tirkan, parastina kêmneteweyên olî yên li Sûriyeyê, beşek ji mîsyona Emerîkayê ye."