Şerîk: Aştî bi berxwedanê pêk tê

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, ku desthilatdariya Tirk a heyî rêyên aştiyê hemû girtî ye, ji bilî qirkirinê li ser alternatîfekê nasekine û got, bi lêdana derbên giran aştî dikare bê bidestxistin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî.

Şerîk diyar kir ku pêwîstiya cîhanê herî zêde bi aştiyê heye, lê belê dinya herî zêde ji vê mijarê dûr ketiye û got, "Dinya di nava şer de ye. Dîktatoriyên faşîst veguherîne sîstemeke ji rêzê û asayî."

TÊKOŞÎNA JI BO PARASTINA AŞTIYÊ

Şerîk ragihand ku cîhan, mirovahî û xweza bi şerekî ku hilweşînê ferz dike rû bi rû ne û got, "Di rewşeke wiha de tenê tiştek dimîne ku ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê bê gotin; ew jî pêwîstî û neçariya têkoşîna ji bo aştiyê ye. Bi gotineke din, tenê bi bilêvkirina gotina aştiyê nepêkane ku mirov aştiyê bi dest bixin. Hêzên ku çek û desthilatdarî di destê wan de hen, daxwaza alîgirê aştiyê weke lawaziyê û xurtbûna xwe dibînin. Xwe dispêrin vê yekê û ji hîn bêhtir bitepisînin di asta harbûnê de êriş dikin. Lewma di vê serdemê de alîgiriya aştiyê ya li dijî şer, têkoşîna ji bo parastina aştiyê ferz dike. Ji bilî vê yekê rêyeke din nîne. Ev yek hîn bêhtir ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê derbasdar e ku şer lê giran e."

Cemal Şerîk anî ziman ku şerê giran ê li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewime bandora herî mezin li Kurdistanê dike û destnîşan kir, li Kurdistanê şerekî taybet-qirêj tê meşandin û yê ku rola vî şerê qirêj û giran daniye ser milê xwe dewleta Tirk e.

Şerîk got, "Şerê qirkirinê yê li Kurdistanê ji asta şerê leşkerî jî wêdetir e. Bi rengê qirkirina civakê tê meşandin. Xweza tê talankirin. Rewş û avaniya çandî û civakî tên tunekirin. Jin tên qirkirin. Bi navê chebûna civaka mirovan çi hebe, êriş lê tê kirin. Li dijî vê yekê, parastina aştiyê bi têkoşîneke bi ruhê sefeberiyê ya li dijî dewleta Tirk a qirker dibe."

'GOTINÊN DEWLETA TIRK Û AŞTÎ LI DIJÎ HEV IN, LI HEV NAYÊN'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku li cîhanê dewleta herî dawî ya ku gotina aştiyê bîne ziman dewleta Tirk e û got, "Ji ber ku gotina aştiyê û tîpên dewleta Tirk li dijî hev in. Dema ku aştî tê gotin, mebest ahengiya dewlemendiyan e û hevparî ye.

Dewleta Tirk li dijî van e. Hîn komar nehatibû ragihandin li Koçgiriyê Kurdên Elewî qir kir. Mûstafa Sûphî û hevalên wî li Derya Spî xeniqand. Têkildarî Çerkez Ethem û hevalên wî fermana mirinê amade kir û pêvajoya qirkirina Çerkezan da destpêkirin. Bi qirkirina Asûr-Suryanan dewam kir. Komkujî li Grek/Rûm ên Anatoliyê kir, ji cih û warê wan koçber kir, dest danî ser mal û milkên wan, talan kir. Piştî ku dewlet hate ragihandin jî ji cihê ku mayî dewam kir. Li Kurdistanê dest bi qirkirinê kir."

Şerîk diyar kir, şerê ku komara Tirkiyeyê hîn beriya ragihandina dewletbûnê dabû destpêkirin, bû sedema hebûna wê, bû stratejiya bingehîn a ku wê xwedî dike û got, "Îro jî di heman astê de ye. Bi êrişkariyeke bêhtir li qadeke berfireh şer dimeşîne. Bakur û parçeyên din ên Kurdistanê di nava êrişên qirkerî û dagirkeriyê de ne."

QASIDÊ AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE

Şerîk bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo afirandina aştiyê û got, "Gelê Kurd dibêje 'Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye'. Bi vî rengî navnîşana aştiyê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan dide. Bûyerên ku piştî dîlgirtina Rêber Apo qewimîn nîşan didin ku gelê Kurd çiqasî mafdar e."

Şerîk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava şert û mercên dîlgirtinê de jî ev helwesta xwe nîşan da û got, "Dewleta Tirk jî bi têgihiştina 'Dek û dolab di nava Osmaniyan de pir e' ev nêzîkatiya Rêber Apo timî têk bir û xwest ku di çarçoveya berjewendiyên şerê qirêj û taybet de bi kar bîne.

ji van nêzîkatiyên komploker û israra di şerê taybet-qirêj de yên dewleta Tirk a qirker, herî zêde gelên Kurdistan û Tirkiyeyê zerar dîtin. Ji bilî dewleta qirker kes ji vê yekê neberpirsyar e. Bûyerên ku di 'pêvajoya diyalogê' ya navbera salên 2013 û 2015'an de qewimîn jî ji vê yekê ne cuda bû."

Cemal Şerîk destnîşan kir ku paradîgmaya 'ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tena serê xwe bernameya aştiyê ye û got, "Ev yek ne tenê li dijî şerê heyî yê tund e. Di heman demê de tê wateya aştiya bi xwezayê, aştiya nava civakê, aştiya bi jinê re. Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku li dinyayê şerê destpêkê, têkiliyên serweriyê, zext û mêtingerî her tim li ser van nuqteyan dest pê kirine û piştre tiştekî bi navê aştiyê li cîhanê nemaye. Sîstemên bi serweriya mêr nîşaneyeke vê yekê ne. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya 'ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê' xwedî helwesta herî xurt a ji bo aştiyê ye."

'PÊŞÎ LI PROJEYA AŞTIYÊ DIGIRIN'

Şerîk anî ziman ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî û tecrîdkirina 21 salan ji ber vê yekê ye û got, "Eger pirsgirêk tenê têkildarî şerê li Kurdistanê û Tirkiyeyê bûya, lêgerînên 'çareseriyê' yên li ser şer wê heta niha bigihîştibûya astekê. Ji ber ku mesele ne bi vî rengî ye, hêzên komploger ên navneteweyî ji bo pêşî li projeya aştiyê ya Rêber Apo bigirin bi her rê û rêbazê tevdigerin. Bi vê yekê zanin; Projeya aştî, şareserî û demokrasiyê ya Rêber Apo dema ku pêk hat, wê ji bo wan pêvajoya serberjêrbûnê dest pê bike. Lewma ji bo pêşî lê bigirin komployan dikin û hewl didin her gaveke Rêber Apo asteng bikin."

RÊYA BER BI AŞTIYÊ VE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi bîr xist ku şer di rewşa heyî de li tevahiya Kurdistanê didome û got, "Li dijî êrişên qirkeriyê berxwedaneke xurt a gerîla heye. Yekîneyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker li Heftanînê di nava çiravê de çikiyane, her ku gavekê diavêjin bêhtir asê dibin û nikarin xwe bilivînin. Dewleta Tirk a qirker ne tenê li dijî Kurdan her wiha li dijî gelê Ereb jî şer dike. Di şerê dijî Ermenistanê de li gel Azerbaycanê cihê xwe digire. Li rojhilatê Derya Spî li ber destpêkirina şer e. Bi vî rengî ji her alî ve ketiye nava şer. Ji bilî gotina şer, gotineke din bi kar nîne. Zane ku dema gotina 'aştiyê' bi kar anî wê serûbin bibe."

Şerîk diyar kir ku li dijî dijminekî ku gotina 'aştiyê' weke lawaziyê dibîne, têkoşîna bê meşandin divê bi taktîk û stratejiyeke ku aştiyê lê ferz bike, bê meşandin û got, "Ev yek jî xurtkirina Berxwedana Parastina Rewa ye ku ev mafekî herî rewa ye. Bi pênaseya xwe ya stratejîk jî, bilindkirina şerê Gel ê Şoreşgerî ye."