'Şer zirara mezin herî pir wê bide Kurdan'

Şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên PDK'ê ku hêza çekdarî li Gare bi cih kriiye, helwest nîşan dan û gotin şer zirara mezin wê bide Kurdan.

Li herêma Garê ya Başûrê Kurdsistanê çekdarên bi ser PDK'ê ve zirarê didin gel. Hemû rêyên ku gel ji bo debara xwe bike bi kar tîne ji hêla van hêzên çekdar ve hatine girtin.

Ên ku helwestê diyar dikin jî têne revandin. Heta niha bi dehan mirov hatine revandin. Ji gelekan jê agahî jî nayê.

Şêniyekî ji herêma Nehlê got ew naxwazin di navbeyna PKK'ê û PDK'ê de şer derkeve û got, şerê 'birakujî' wê zirara mezin bide gelê Kurd.

Kesekî dî jî ku li dijî zextên PDK'ê yê li ser gel helwest nîşan da, got ew li mala xwe li ser erdên xwe ne û ti cihekî dî nîne ku ew biçinê. 

Şêniyê herêmê ku şer ne ji bo mirovan e û ew li dijî şer in.