Şer li Çarşiya Mêrdînê jî xist

Li Mêrdînê ku turîzm hatiye ber nemanê dikander dibêjin ew bêyî ku sîftehê bikin dirabeyê xwe tînin xwarê û ew naxwazin lêçûna şer a desthilatdariyê bidin.

Bûdçeya şer a ku desthilatdariya AKP’ê bi rikdarî didomîne, AKP ji nav milên kedkar û hejaran derdixe. Esnafê biçûk ku bi zorê kirêya xwe dide, hatiye ber îflasê. Mêrdîn di van 5 mehên xwe yên dawî de serdema xwe ya herî xirab dijîn.

Li meclîsê bûdçeya 2017’an a herî zêde dîsa ji bo şer veqetandibû. Bûdçeya şer ku ji lêdayinên nixumandî didin, gelek caran ji ya perwerdehî û tendiristiyê zêdetir e. Serokkomarî û serokwezîrtî ji bo saziyên ku ewlehiyê temsîl dikin ji lêdayinên wan ên destpêkê gelekî zêdetir lêdayin veqetandin.

Esnafê biçûk ku nikare kirêya xwe jî bide hatiye ber îflasê. Yek ji bajarê ku êşa vê rewşê dikişîne Mêrdîn e. Bajarê ku turîstên biyanî nema piyê xwe davêjinê, her çendî bi tûrên ku şaredariyên AKP’ê hewl tê dayin ku li ser piyan were hiştin jî rastî ne wiha ye. Li Mêrdînê ku esnafê biçûk şepirze bûye, turîstên xwecih ku AKP tîne ti sûda xwe li aboriyê nîn e.

Çarşiya Mêrdînê ku bi cejnê re hinekî lebitî niha dîsa bêdeng e. Li vê çarşiyê ku dikanên nû venabin lê dikanên berê têne girtin carinan beriya ku sîfteh werin kirin dirabe têne girtin.

 ‘ŞERÊ AKP’Ê BANDORA NEYÊNÎ LI ME DIKE’

Nedîm Kara ku ev 25 salan karê sabûnê dike, dibêje şerê ku AKP bi rikdarî didomîne pir ziyanê dide civakê û ji bo ku rih li Mêrdînê bigere divê di cih de dawî li şer bîne. Kara got, ev 3 sal in firotan diguherin û got, ‘’em di serdema xwe ya herî xirab de ne. Şer pir bandorê li esnafên weke me biçûk dike. Firotin çêdibe lê jiya pir biha ye, me xilas nake. Lİ vê çarşiyê dikan têne girtin lê venabin.’’

 ‘DEMEKÊ PIR BAŞ BÛ’

Xelîl Usta yê ku qilêkariyê dike dibêje ji ber ku turîst nayên firotin sekiniye û wiha dibêje: ‘’Mirovên ku tên digerin werin çiye neyên çiye? Bila werin bibînin vî bajarî, ji bo me turîstên biyanî hewce ne, da ku em hinek pere bi dest bixin. Ez pîşeyê bavê xwe didomînim lê min hînî zarokên xwe nekir, bi tirsa ku wê birçî bimînin. Demekê ev der pir baş bûn, bi hêviya ku ew roj dîsa vegerin.’’

ÇÛN Û HATINEKE BÊKÊR HEYE

Esnaf dibêje dikana nû herî dawî beriya bi 5 salan vebûye û wiha didome: ‘’Êdî kesek dikanan venake. Berê em bi kar nedigihan. Çûnûhatineke bêkêr heye. Ên ku tên jî firavînê dixwin û diçin. Êdî hem bila mirov neyên kuştin hem jî jiyana li van deran xweş bibe. Tirsa, wê çi bibe, pir ne baş e. Hinek dikana min bikirin ez ê bifiroşim wan. Ji ber ku gelek dikan girtî ne, çarşî tê girtin.’’

JI BO ŞER BILA BACÊ NESTÎNIN

Halîn On jî dibêje pereyê her guleya ku davêjin ji baca gel distînin û wiha didomîne: ‘’Hemû lêçûn, lêçûna leşker, polîs ji bêrîka me derdikeve. Rûnê ku meha borî min standî 2 tl hatiye ser. Her meh ev ji bo min dibe zem. Bi zorê jî be ev hikûmet diçe deverinan û şer dike. Ji bêrîka wan dernakeve. Ên ku têne kuştin jî zarokên gel e, ji hejarî diçin leşkeriyê dikin. Şer ji bo wan baş e, ne ji bo me. Bêyî ku bacê ji me bistînin bila şer bikin. Ti sûda şerê wan li min nîn e.’’