Şenyaşar: Yek ji kujerên birayên min, dibe ku piştî çend mehan bê berdan

Ferît Şenyaşar got, "Ji bo Enver Yildiz ku yek ji kujerên birayê min e 18 sal ceza hate xwestin. Ev kes tenê wê yek ji sê parên cezayê xwe girtî bimîne. Piştî çend mehan wê bê berdan."

Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an, di 14'ê Hezîranê de li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtibûn. AKP'iyan di êrîşê de bav Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar, birîndar kirin. Dema bav û 2 kur rakirin nexweşxaneya Pirsûsê, AKP'iyan li ber çavên polîs û rayedarên dewletê erîş berdewam kirin. Li nexweşxaneyê bav û kur bi awayekî xedar kuştibûn. Bira Fadil Şenyaşar ê birîndar kiribûn jî bi saxî filitî. Di bûyerê de Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû.

Emîne Şenyaşar a ku AKP'iyan hevjîn û 2 lawên wê kuştin, li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê nobeta Edaletê digirin. Malbata Şenyaşaran di 12’ê Îlona 2019’an de bi heman daxwazê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û piştî ku dozger re hevdîtin kirin di heman rojê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Di 16’ê Kanûna 2020’an de jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar, bi daxwaza hevdîtinê çûbûn avahiya AKP’ê ya Rihayê lê li pêş avahiyê hatibûn binçavkirin. Piştî ku rojekê di binçavan de man Şenyaşar û lawê wê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lêpirsîna der barê malbatê de hatibû destpêkirin piştre bi biryara neşopandinê bi encam bûbû. Rayedar li şûna dîmenên kêliya kuştinê kom bikin û delîlên sûc kom bikin, Şenyaşar binçav dikin û lê dan. Malbat dixwaze heqîqet ronî bibe û zilm bi dawî bibe.

Roja 2’yê Nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Meletiyê li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz 18 sal ceza birî. Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” çalakiya xwe ya nobedê nêzî mehekê ye dewam dikir.

‘HEYETA DADGEHÊ DI BIN ZEXTÊ DE YE’

Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re di nobeta edaletê de ye, anî ziman ku heyeta dadgehê di bin zextên siyasî de ye û got: “Eger darizandinek bi edalet pêk bê, birayê min Fadil wê bê berdan. Li dikana me dîmenên kamerayan heye. Dema em li van dîmenan dinerin, me 5 birayan xwe parastiye. Hemû hewldana me ji bo parastina rewa ye. Em vî cezayî qebûl nakin. Em û parêzerê xwe Duşemê serî li Dadgeha istinafê bidin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

'MALBATEK TINE KIRIN'

Şenyaşar bibîrxist ku di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an, di 14’ê Hezîranê de li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê em hemû ferdên malbatê rastî komkujiyê hatin û wiha axivî: “Ev komkujî ji aliyê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî pêk hat. Cih û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin diyarin, dîmen li ber çavan e. Lê li gel komkujiyê jî dadgehê malbata me tewanbar kir. Dadgehê bi awayekî neheq li birayê min Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh ceza birî. Di darizandinê de hesab ji komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hat kirin nehat pirsîn. Li ber çavan komkujî kirin. Malbatek tine kirin. Der barê vê komkujiyê û tinekirina malbatê de ti darizandin nehat kirin. Komkujiya esasî û mezin li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat. Lêpirsina vê komkujiyê hêj di destê dozgerê Komarê yê Rihayê de ye. Hêj der barê vê lêpirînê de biryara veşartina dosyayê heye."

'KUJER LI PIRSÛSÊ BI WESAYÎTÊN BIHA SERBEST DIGERE'

Şenyaşar da zanîn ku ligel komkujîyeke, lê dozger doz ji hev cuda kiriye û wiha pê de çû: “Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî li dikanê êrîşî me kir û ev êrîş li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Divê êrîşê de du bira û bavê min hatin qetilkirin. Doza li dikanê êrîşî me kirin li Meletiyê û doza li nexweşxaneyê êrîş kirin li Rihayê tê dîtin. Malbata Yildiz hemû dîmenên mobesayê yên li nexweşxaneyê desteserkirine. Ez tevlî doza li Meletiyê bûm, min hîs kir ku li ser heyeta dedgehê zext hene. Ji ber vê yekê min fêm kir ku di dozê de biryarek adîl dernakeve. Di dozê de li birayê min Fadil 37 sal û 9 meh ceza hate birîn. Li kesên ku bav û birayên min qetilkirine ti ceza nehate dayîn. Tenê kujerê biraye min Enver Yildiz jêre 18 sal xwestin. Ev kes jî wê ji siyan yek di girtîgehê de bimîne. Heta çend meh din wê derkeve ji derve re. Kujerê malbata min li Pirsûsê li wesayîtên herî biha siwar dibe û digere. Lê hêzên dewletê jî li pey me digere û êrîşî me dike. Gelek bi gumane ku heyata dadgehê dibêje nediyare ku bûyer ji aliyê kê ve hatiye kirin, ev ji vê bi gumanin."

'TÊKOŞÎNA ME YA EDALETÊ WÊ BIDOME'

Şenyaşar destnîşan kir ku di êrîşa li dikana wan li dijî wan pêkhatiye, wan tenê mafê xwe yê parastinê bikaraniye û wiha dom kir: “Li dikana me dîmenên kamerayan derket holê û ev dîmen jî di destê dozger de heye. Ji xwe rayagiştî tev jî ev dîmen dîtin. Li dikana me dîmenên kamerayan heye. Dema em li van dîmenan dinerin, me 5 birayan xwe parastiye. Hemû hewldana me ji bo parastina rewa ye. Lê belê dadgehê ev qebûl nekir û em tewanbar kirin û li birayê min 37 sal û 9 meh ceza birî. Bi ti awayî em vî cezayî qebûl nakin û heta dawiyê em ê daxwaza xwe ya edaletê biqirîn. Îro edalet ji her kesê re pêwîste, sibê wê edalet ji kesên ceza birine jî pêwîst bike. Em roja duşemê serî li Dadgeha istinafê bidin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji hemû daxwazên parezerên me hatin redkirin. Ez texmîn dikim wê ji istinafê jî paş de were. Heta birayê min Fadil neyê berdan û kujer neyên darizandin em ê dest ji têkoşîna xwe ya edeletê bernedin.”

‘BANGA PIŞTEVANÎ Û EDALETÊ’ 

Şenyaşar anî ziman ku ew ê çalakiya nobeta edaletê ya li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê bidomînin û got: “Ez roja 2’ê Nîsanê li doza Meletiyê bûm û dayika min û kekê min di nobeta edaletê de bû. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Welat dibin şertên gelek giran de ye û pêwîstiya her kesê bi edaletê heye. Daxwaza me ya edaletê ji bo ku kesên edaletê dixwaze jî dibe hêvî. Kesên ku rastî heman bêedaletiyê tên, piştevaniya xwe ya bi me re eşkere dikin. Li vir sucê mirovahiyê heye. Em bang li rêxistinên sivîl, parazvanên mafên mirovan û hêzên demokratîk dikin ku piştevanî û piştgiriyê bikin. Divê bûyerê de em bûn qurban. Divê hemû kesên xwedi wijdan û sinc hestiyar nêzîk bibin û vê dozê bişopînin. Tevî hemû astengiyan em li vir in. Me bi erdê re kaş bikin û me bikujin jî em dest ji van daxwazen xwe yên edaletê bernadin. Em li benda piştevaniya cemaweriyê û rêxistinên demokratik in."