Şenyaşar: Li pêşiya deriyê edaletê zilm heye

Malbata Şenyaşar a li ber xwe dide got: “Yên zilma li ber deriyê edliyeyê nabînin, wê winda bikin.”

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kirin. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû.

Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 397’an de berdewam dike. Edliye, di rojên dawiya hefteyê de girtî ye lewma malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Di halê hazir de li welatê me wezaretên edalet, karên hundir û tenduristiyê hene. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hate kirin û dayikek li pêşiya Edliyeya Rihayê disekine. Yên ku di vê meha Remezanê de zilma li pêşiya edliyeyê jinedîtî ve tên wê winda bikin.”