Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê çalakiya 'bêdengiyê' pêk anî

Ferît Şenyaşar yê ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, vê carê jî çalakiya bêdengiyê li dar xist.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî Nobeta Edaletê ya 556'emîn bibe.

Kurê wê Ferît Şenyaşar danê sibê hat ber Edliyeya Rihayê û li ser derenceyên edliyeyê dest bi nobetê kir.

Ferît Şenyaşar ji ber daxwazên wan heya roja îro pêk nehatî nerazîbûn nîşan da û vê carê jî çalakiya bêdengiyê li dar xist.

Ferît Şenyaşar deqeyekê kaxeza A4 a bi nivîsa "Edalet" di destê xwe de girt û bêdengiya xwe berdewam kir. Şenyaşar piştî vê çalakiyê got, "Êdî tiştekî ku ez bêjim nemaye, ji ber vê yekê min bêdengiya xwe hilbijart."