Şenyaşar giliyê polîsê êrîş bire ser wan, kir

Ferît Şenyaşar ê dema berxwedana edaletê didomand, hate êşkence kirin û rakiribûn nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket. Berxwedana malbatê didome.

Malbata Şenyaşar bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe berdewam dike. Polîsan mudaxeleyî malbatê kiribû û li Ferît Şenyaşar dabûn û ew ji serê hişê xwe çûbû. Şenyaşar ê li nexweşxaneyê dermankirina wî temam bû derket, bi parêzerên xwe re çû Edliya Rihayê û di derbarê polîsên lêdan de serî li Serdozgeriyê da û giliyê wan kir. 

Ferît Şenyaşar anî ziman ku ew ji ber lêdana polîsan ji ser hişê xwe çûye û daxwaza edaletê lêdanê heq nake. Parêzerên malbatê jî xwestin gilîkirina wan bila veguhere dozê û dîmenên kêliya mudaxeleyê werin parastin.  

Piştî serlêdanê Ferîş Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar li ber avahiya edliyê nobeda xwe ya bi daxwaza “edaletê” berdewam kirin.