Şenyaşar: Daraz sûcdaran diparêze

Malbata Şenyaşar di roja 384'an berxwedana xwe didomîne. Malbatê diyar kir daraza Tirk sûcdaran diparêze.

Malbata Şenyaşar çalakiya Nobeta Dadê ku 9'ê Adarê li ber avahiya Rihayê dayî destpêkirin didomîne.

Ji ber ku dawiya heftiyê ye malbata nobetê li malê digire.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam weşand: ''Peywira darazê ne ew e ku sûcdaran biparêze. Rojekê heke dadê bêyî ku li meqamê wan û hêza wan binere sûcdar ceza kir, wê demê li vî welatî wê gelek tişt biguherin. Kî dikare li deriyê Edliyê yê Rihayê binere û bibêje, edalet heye?''