Şenyaşar: Bêdengî hevparbûna li zilmê ye

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe didomîne got, ''Bêdengî hevparbûna li zilmê ye.''

Nobeta Dadê ya Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Fertî Şenyaşar ku 9'ê Adara 2021'an li dijî komkujiya AKP'yiyan dane destpêkirin di roja 389'an de didome.

Dê û kur ji bo çalakiyê hatin ber deriyê avahiya edliyaya Rihayê.

Malbatê pankarta bi nivîsa, ''Du kurê min û hevserê min li nexweşxanê kuştin! Ti kesî girtî nîne! Bi fermana xurtan kurekî min ev 4 sal in li hicreya yek kesî girtiye. Ez dixwazim kurê min demildest were berdan. Dad ji bo Malbata Şenyaşar, ji bo her kesî'' bi bendên betonî ve kir.

Malbatê her wiha li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got, ''Ya pîroz ne jiyan e. Em ji bo jiyaneke birûmet û dadî, dadê dixwazin. Bêdengî, hevparbûna li zilmê ye'' û ev peyam bi hesabê Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp û Wezîrê Dadê yê Tİrk Bekîr Bozdag ve zeliqad.