Şêniyên Zînî Wertê bi daxwaznameyekê xwestin hêzên PDK'ê vekişin

Şêniyên herêma Zînî Wertê bi daxwaznameyekê ji hêzên PDK'ê xwestin ku ji herêmê vekêşin.

Di encama civîna gelê Dola Şawrê, Zînî Wertê, Gundê Pilingan, Herêma Raperîn û hemû gundên girêdayî Zînî Wertê ku ji hatina hêzên PDK’ê zirar dîtine, çend biryar girtin û wek daxuyaniyekê pêşkêşî hêzên PDK’ê yên ku li Zînî Wertê bi cihbûne kirin.

Li ser navê şêniyên herêmê Kosret Xidir daxuyanî xwend ku tê de hatiye gotin: “Li ser daxwaza xweber û nerazîbûna gelê herêmê, piştî civîna berfireh a li mizgefta Darben ya 19’ê mehê hate lidarxistin û nêrînên gel hatin girtin, hemû pêkhateyê civînê gihiştin qenaetekî ku hebûna hemû hêzên biyanî ya li Zînî Wertê ne rast e û bûye sedema metirsî li ser herêmê û îhtîmala qewimîna şerekî navxweyî."

Di daxuyaniyê de gelê herêmê çend daxwazên xwe pêşkêşî hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê kirin ku ji du xalan pêk tê. Ev du xal wiha ne:

* Pêwîste hemû hêzên çekdar ji Zînî Wertê vekêşin û di demekî kurt de rewşa herêmê wek ya beriya hatina nexweşiya koronayê lê bê û hêzên çekdar jî ji rewşa amadebaşiyê derbikeve.

* Eger xala yekemîn pêk neyê, şêniyên herêmê xwedî yek helwestê ne ku zextekî civakî ya zêde ji şêniyên li her du geliyên herêmê li ser Zînî Wertê çêbikin û bi vê zexta civakî û ewlekariyê hêzên çekdar neçar bikin ku paş ve vekêşin.

Gelê herêmê wê helwestê li ser bingehê aştiya civakî û parastina herêmê ji metirsiya lihevkirinên leşkerî û komployên îstîxbaratî yên biyanî dizanin.

Her wiha Kosret Xidir tekez kir ku ew ê daxuyaniyê pêşkêşî hemû aliyên siyasî yên bi nakok in, Serokatiya Hikumeta Herêm, Encûmena Wezîran, raya giştî û ragihandinan bikin.