Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî barbariya li Heskîfê tê kirin dan
Rêxistinên civakî yên sivîl û welatiyên li Wanê nerazîbûn nîşanî hewldanên tinekirina Heskîfê dan û gotin, mejiyê hikumeta AKP'ê mejiyê Mogol, Talîban û DAIŞ'ê ye.
Rêxistinên civakî yên sivîl û welatiyên li Wanê nerazîbûn nîşanî hewldanên tinekirina Heskîfê dan û gotin, mejiyê hikumeta AKP'ê mejiyê Mogol, Talîban û DAIŞ'ê ye.
Heskîf bi pêşeroja xwe ya ji 12 hezar salî, yek ji kêm cihên ku xwedî 9 ji 10 pîvanên ÛNESCO ye û mîna muzeyeke vekirî ye. Rêxistinên civakî yên sivîl û welatiyên li Wanê nerazîbûn nîşanî hewldanên tinekirina Heskîfê dan û gotin, mejiyê hikumeta AKP'ê mejiyê Mogol, Talîban û DAIŞ'ê ye.
KALÇIK: HÊRSA LI DIJÎ ŞARISTANIYA KURDAN
Nûnerê Anatoliya Rojhilat ê Platforma Hawirdorê ya Tirkiyeyê (TURÇEP) û Serokê Van ÇEV-DER'ê Alî Kalçik bi bîr xist, ku şaristaniyeke 12 hezar a Heskîfê heye û destnîşan kir, ku hewl tê dayin ev şaristanî bibe qurbanê bendaveke ji bo 60 salan.
Kalçik anî ziman, ku Heskîfê malovanî ji Hûriyan, Sumeran, Asûran, Ûrartûyan û Medan re kir û hemû ol di hembêza xwe vehewand. Kalçik destnîşan kir, ku xerakirina şaristaniyeke bi vî rengî bi tena serê xwe tê wateya xiyaneta herî mezin a li dîroka mirovahiyê.
Kalçik diyar kir, ku tinekirina Heskîfê tê wateya tinekirina dîroka mirovahiyê û got, sedema hewldana hikumeta AKP'ê ya ji bo tinekirina Heskîfê, kîn û hêrsa li Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Selahaddînê Eyyûbî, bi kurtasî nefreta li şaristaniya Kurdan e.
MELET: DIJMINATIYA LI MIROVAHIYÊ YE
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet da zanîn, ku mêtinger û rêxistinên îdeolojîk ên mîna wê, beriya her tiştî hewl dide dîroka mirovahiyê tine bike û anî ziman, ku bi mêtingerî, talan û tinekirina mîrateya çand û dîrokî ya mirovahiyê re, mirovên li wê derê jiyane tine tên hesibandin.
Melet mînakên DAIŞ û Talîbanê bi bîr xist, ku li cihê dagir dike, yekser berhemên dîrokî ji holê radikin, dixwazin mirovahiyê ji holê rakin û got, "Ev yek dijminatiya li nirxên çandî, dijminatiya li mirovahiyê ye. Mirov bi nirxên xwe yên çandî heye. Hewldana tinekirina nirxên gel û neteweyekê, tê wateya tinekirina wî gelî."
'MÎRATEYA MOGOLAN DIDOMÎNIN'
Melet bi bîr xist, ku Mogolan jî hilweşandin û talanên bi vî rengî kiribûn û wiha dewam kir: "Tinekirina nirxên dîrokî, esasê mejiyê dagirkeriyê ye. ÎHD'ê her tim jiyan û xwedîderketina li nirxên mirovahiyê daniye pêşiya xwe. Ji niha û pê ve jî em ê têkoşîna xwe ya di vî warî de bidomînin. Heskîf warê hevlar ê Kurdan, Ermenî, Asûrî, Zerduştî, Xiristiyan, Misilman, bi kurtasî yê hemû gel û baweriyane. Heskîf a mirovahiyê ye. Divê mirovahî xwedî li Heskîfê derkeve."
MESAJA 'TENÊ TIRK HENE' TÊ DAYIN
Welatiyên Wanê jî nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Eger Heskîf bê tinekirin, wê careke din nekarî bê vegerandin. AKP ji ber ku bi vê zane, hewl dide berhem û dîroka Kurdan tine bike. Bi vê hilweşandinê re vê mesajê didin, 'Li vî welatî tenê Tirk hene û tenê berhemên wan hene. Pêşeroj û şaristaniya gelên din nîne'. Bi vê rêyê tevî şerê li dijî Kurdan, her wiha hewl dide berhemên wan ê dîrokî tine bikin. Wê ti carî bi ser nekevin. Em ê nehêlin Heskîf bê tinekirin."